Li Colemêrgê gerîlayan rêze çalakî li dar xistin

Li Cokemêrgê di encama rêze çalakiyê gerîlayan ên li dijî leşkerên Tirk hatî lidarxistin de gelek leşker hatin kuştin. HPG’ê diyar kir ku di 21’ê Îlonê de 2 çawîşên pispor û kontrayek hatine girtin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, têkildarî çalakiyê gerîlayan ên ku her diçin zêde dibin daxuyaniyek nivîskî da. HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parvekirin:

COLEMÊRG

“Operasyona artêşa Tirk a ku li herêma Mêrgezerê ya girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê dabû destpêkirin hê jî dewam dike. 24’ê Îlonê di saet 17:30’an de gerîlayên me li dijî yek ji 2 baskên operasyonê çalakiyekî ya kemînê li dar xistin. Di vê çalakiyê de bi çekên giran, ferdî û RPG 7 lêxistin. Li vir jimara kuştî û birîndarên dijmin nehatin zelalkirin. Şerê ku ji 25’ê Îlonê ve li herêmê hatibû destpêkirin hê jî bê naveber dewam dike. Her wiha helîkopterên Kobra jî li herêmê bombe dikin; li ser besivên xurt ên yekîneyên me helîkopter bi neçarî ji qadê vekişiyan. Di şerê li vir bi zelalî 2 leşker hatin kuştin.

Di çarçoveya hemleya şorşgerî ya Şehîtd Aros de; di 24’ê Îlonê saet 10:20’an de gerîlayên me li dijî qerqola Bêzokê a li herêma Oremar a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê ji 2 baskan ve çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de bi awayekî pir xurt bi çeka A-4 li çeperan hatine xistin. Her wiha kon, konteyner û depoyên cebilxaneyê yên li qereqolê de bi awayekî pir xûrt hatine lêxistin. Li vir agir bi kon û konteyniran ketin; depoya cebilxaneyan jî hate teqandin û îmhakirin. Şewata ku di qereqolê de derketî heta saet 16:00’an jî dewam kir.

21’ê Îlonê saet di navbera 09:00-10:30’an de gerîlyên me li ser rêya nêzî gundê Dawûşa ya di navbera Çelê- Colemêrgê de çalakiya kontrolkirina rê kirin. Di encama kontrolkirina nasnameyan de Çawişên pispor ên bi navê Umît Vicir (Li Balikesîrê ji dayîk bûye) û Mevlut Kahvecî (Li Balikesîrê ji dayîk bûye) û kontrayek ji aliyê gerîlayên me ve hatine girtin. Piştî çalakiyê ji bo ku artêşa Tirk mudaxele bike li herêmê operasyonek da destpêkirin. Ev operasyon bê encam vekişiyaye.Kesên ku hatine girtin û yekîneya gerîlayên me bi saxlemî û selamet gihiştin cihên xwe.

24’ê Îlonê di saet 10:20’an de gerîlayên me li dijî wesayîta zirxî ya kirpî ya konvoya leşkerî ya ber bi qereqola Bilêcanê dixwest biçe herêma Ertûş a li naçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek ya sabotajê li dar xistin. Di vê çalakiyê de wesayîta zirxî hate derbkirin, têkildarî jimara kuştî û birîndaran agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

24’ê Îlonê gerîlayên me li dijî leşkerên artêşa Tirk a ku li girê Şehîd Cîhat kom bibûn çalakiyek a bi hewana li dar xistin. Di vê çalakiyê de kepçeyek zirxî hate derbkirin. Disa heman rojê gerîlayên me li dijî qereqola Erîş çalakiyekî bi hewanan li dar xistin; li vir nîzamiye û çeper hatin hedefkirin û lêxistin. Lê têkildarî jimara kuştî û birîndaran agahiyê zelal nehatin bi destxistin.

ŞIRNEX

24’ê Îlonê di saet 10:30’an de komek kontra li nêzî gundê Avgamasya a li ser rêya Cizîr-Şirnex xwestin mudaxeleyî yekîneyekî me ya gerîla bike. Li vir di encama bersivdayîna yekîneyên me ya bi çalakiya sekvaniyê de kontrayek hate kuştin. Ev yekîneya me ya gerîlayan bi sax û selametî gihiştin cihên xwe.

Li gundê Kaniya Kaymakam a girêdayî Şirnexê kesekî di bin navê şivantiyê de xebatên kontra dikir, tevî hemû hişyariyan,ev kesayet karê xwe dewam dikir. Li ser vê yekê 20’ê Îlonê gerîlayên me ew kes ceza kir.

MÊRDÎN

24’ê Îlonê gerîlayên me li dijî leşkerên ku li qerqola Elfhan a girêdayî navçeya Stewrê ya Mêrdîn çalakiyekî ya sekvaniyê li dar xistin. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin.

WAN

20’ê Îlonê di saet 17:00’an de gerîlayên YJA-Star li dijî Stasyona Baz a Înternetê ya li gundê Rekava ya girêdayî navçeya Peyîzava ya Wanê çalakiya sabotajê li dar xist. Di vê çalakiyê de stasyon hate îmhakirin.

24’ê Îlonê di saet 17:00’an de gerîlayên YJA-Star li dijî stasyona bazê û jeneretor a aîdê Turk Telekom a li herêma Dihê ya girêdayî Peyîzava ya Wanê çalakiyek li dar xistin û ev stasyon hate îmhakirin.

BEDLÎS

24’ê Îlonê di saet 14:00’an de gerîlayên me li dijî leşkerên artêşa Tirk ên ji berê de li girekî yê li navbera Bedlîs-Hewlê bi cih bibûn bi çekên ferdî çalakiyek li dar xistin. Li vî girî dema ku wesayekî sivîl li nava leşkeran de bû gerîlayên me bi çaka RPG-7 lêxist. Her wiha gerîlayên me li çeperên li gir jî kirin hedef û bi xurt lêxistin. Di vê çalakiyê de jimara kuştî û birîndarên dijmin nehatin zelalkirin.

DERSIM

 Li gundê Agveren ê girêdayî navçeya Xozat a Dersimê di saet 09:00’an de dema ku komek gerîlayên me diçûn erka xwe li ser rê rastî leşkerên Tirk hatin li ser vê yekê şer derket. Di encama şerê li vir de gerîlayekî me şehîd ket. Dema ku nasnameya gerîlayê me yê ku şehîd ketî diyar bû em ê bi raya giştî re parve bikin.”