Li Colemêrgê 4 leşker hatin kuştin

Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA-Starê de li gorî ku hate zelalkirin 4 leşker hatine kutşin. Nasmaneyên 3 gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane jî hatin eşkerekirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê , têkildarî çalakiyên gerîlayan ên ku her diçe zêde dibin daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniya HPG’ê de ev agahî hatin parvekirin:

COLEMÊRG

“21’ê Cotmehê saet 12.45’an hêzên me li dijî leşkerên artêşa TC ên li girê Şehîd Hozan a li qada Bînbîr a girêdayî navçeya Gevera Colemêrgê çalakî li dar xistin. Li vir çepera hewanê û çeperên çeka A-4 hatin derbkirin. Di çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehat zelalkirin. Heman rojê saet 13.00’an hêzên me li dijî leşkerên li dor girê Şehîd Hozan rêzeçalakiyên sûîqestê li dar xistin. Di van çalakiyan de 3 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû.

21’ê Cotmehê danê nîvro hêzên me li dijî leşkerên li girê Hewan ê girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiya sûîqestê li dar xistin. Li vir leşkerek hat kuştin.

21’ê Cotmehê danê sibehê gelek wesayîtên zirxî yên artêşa TC li derdora pira Bêmêro ya li gundê Marînos a girêdayî Colemêrgê bi cih kirin. Leşkerên ku saet 15.00-16.00’an xwe vekişandin hem pira Bêmêro teqandin hem jî li qadê yekîneyên veşartî hiştin û hewl didin encamê ji operasyonê bigirin.

ŞIRNEX

21’ê Cotmehê saet 21.00-00.00’ê helîkotêrên Kobara li girên Tenûrê û Mergumarê yên li qada Besta a Şirnexê xistin. Dîsa artêşa TC’ê 21’ê Cotmehê ji êvarî heta 22’yê Cotmehê (îro) heta berê sibehê bi obus û hewanan li qada Bestayê xist. Her wiha artêşa TC’ê li mintiqeya Omyanûs û Kaniya Cinetê ya Bestayê operasyon da destpêkirin.

SÊRT

21’ê Cotmehê saet 06.00’an balafirên şer ên artêşa TC’ê li qadên Herekolê ya Sêrtê xistin.

HEFTENÎN

20’ê Cotmehê saet 21.30’an bi balafirên şer li mintiqeya Deriyê Dawetê yên qada Heftanîn a qadên Parastina Medyayê xistin.

AMED

19’ê Cotmehê saet 20.30’an balafirên keşfê yên bêmirov li ser qadên Farqîn a Amedê û Şehîd Kawa zêde çûye û hatiye. Artêşa TC’ê piştî balafirên keşfê leşker daxistin derdora gundê Zirê yê Licê û operasyona da destpêkirin.

20’ê Cotmehê saet 05.00’an komeke gerîlayên me ji ser peywira xwe dihatin li leşkeran rast hatine û li derdora gundê Metmûrê şerek di navbera wan de pêk hatiye. Şer saet 10.00’an giran bû û di encamê de gerîlayekî me şehîd bû. Helîkoptêreke Skorsky ku saet 17.00’an mudaxeleyî li qadê kir, bi çekên lûledirêj derb xwar. Ev operasyon nîvê şevê vekişiye. Agahiyên sicîlê yê gerîlayê ku şehîd bûyî piştre wê were hişkerekirin.

21’ê Cotmehê artêşa TC’ê li qadên Apê Mûsa operasyonek da destpêkirin. Sirtên Cummalah û Derqam û sirtên Enahir ên Hênê tevlê kirine û operasyona berfireh kirine. Têkildarî vê operasyonê agahiyên berfireh piştre wê werin dayin.

BEDLÎS

Artêşa TC’ê li hin qadên xîzanê yên Betlîsê bi hêzên kontra cîhazên dayiner bi guhê ajalên dewaran ve kirine û hewl dane ku şêwaza tevgerê ya gerîla tespît bikin.

OSMANIYE

19’ê Cotmehê saet 15.10’an Hêzên Gerîla bi ser qijleyeke leşkerî ya girêdayî Osmaniye çalakiyek li dar xistine. Li qada perwerdehiyê dema ku polîs amade bûn bi çekên giran çalakî hate kirin, 8 rokêt li qada perwerdehiyê ketin. Li gorî agahiyên piştî çalakiyê hatine bidestxistin 6 polîs birîndar bûne.”

NASMAMEYA 3 GERÎLAYAN

Di daxuyaniya HPG’ê de wiha hate gotin: “17’ê Cotmehê li mintiqeya Şemsê ya Mawa ya Sêrtê di navbera hêzên me yên Gerîla û artêşa TC’ê de şerek derket. Me berê ragihandibû ku di vî şerî de 3 gerîlayên me şehîd bûbûn. Agahiyên sicîlên yên hevalên me yên şehîd wiha ne;

Nasnameyên gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

Nasnav: Amed Çekdar

Nav û Paşnav: Seyfettîn Oynak

Cihê Bûyinê: Amed

Navê Dê û Bav: Mevlude - Ramazan

Cih û Dîroka Şehadetê: Sêrt / 17’yê Cotmeha 2016

***

 Nasnav: Bêritan Çiya

Nav û Paşnav: Yeliz Tagu

Cihê Bûyinê: Êlih

Navê Dê û Bav: Nafiye - Siracettîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Sêrt / 17’yê Cotmeha 2016

***

 Nasnav: Rûken Mêrdîn

Nav û Paşnav: Şerîfe Ergun

Cihê Bûyinê: Mêrdîn

Navê Dê û Bav: Ayten - Hamdullah

Cih û Dîroka Şehadetê: Sêrt / 17’yê Cotmeha 2016

...