Li Colemêrg û Wanê çalakiyên gerîla

HPG'ê ragihand, li Wan û Colemêrgê di çalakiyan de 5 leşker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

"Roja 16'ê Nîsanê saet di 11:00 de, hêzên me li dijî komek ji leşkeran a li mintiqeya Girê Şehîd Rahîme yê li herêma Oremarê ya navçeya Gever a Şemzînanê çalakiyek lidar xistin. Di encama çalakiyê de kozikek leşkeran şewitî û îmha bû. 5 leşker li vir hatin kuştin.

15'ê Nîsanê saet di 14:00 de, hêzên me li dijî konvoyeke artêşa TC a ji qereqola Xavişta ya li navçeya Şax a Wanê diçû qereqola Singê çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Di vê çalakiyê de maşîneke zirxî ya bi tîpa kîrpî hate rûxandin. Hejmara leşkerên li vir mirin û birîndar bûn nehate zelalkirin. Piştî çalakiyê gelek ambûlans hatin cihê bûyerê û leşkerên mirî û birîndar rakirin. Her wiha leşkerên artêşa TC gule li dora xwe reşandin. Ev çalakî ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê yên li girtîgehan hatiye lidarxistin."