NÛ BÛ

Li Cizîrê bi dehan polîs hatin kuştin

Li Cizîrê, di êrîşa danê vê sibehê ya li hemberî polîsên tîmên taybet, îstîxbarata emniyetê û midûriyeta hêzên çewîk de bi dehan polîs hatin kuştin. Wezîrê Tenduristiyê Recep Akdag diyar kir, ku ew nikare hejmara 'şehîdan' eşkere bike.

Li navçeya Cizîr a Şirnexê, di êrîşa bombeyî de, ku danê vê sibehê li hemberî polîsên Tirk hat lidarxistin, bi dehan polîs mirin, bi dehan jî birîndar bûn.

Di çalakiya li taxa Konakê de, navenda polîsên tîmên taybet, îstîxbarata emniyetê û midûriyeta hêzên çewîk hedef hatin girtin û ev hemû navend îmha bûn.

Çavkaniyên herêmî dibêjin, bi dehan polîs hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne.

Rayedarên Tirk dibêjin 8 polîs mirin e, 70 polîs jî birîndar bûne. Wezîrê Tenduristiyê Recep Akdag diyar kir, ku ew nikare hejmara 'şehîdan' eşkere bike.

Li Cizîrê çend meh berê, bi sedan însan ji aliyê leşker û polîsên Tirk ve hatibûn qetilkirin, hin ji wan jî bi birîndarî li jêrzemînên avahiyan hatibûn şewitandin.