Li Cizîrê AKP’ê êşkence li cenazeyê jinê kir

Dîmenên êşkencekirina cenezeyê jinekê ya li navçeya Cizîr a Şirnexê ji aliyê kujerên dewleta Tirk ve pêk hat, di tevna civakî de belav bû. Li ser dîmenan KJA daxuyanî da.

Di wêneyekî tê diyarkirin ku li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hatiye kişandin de jineke piştî tê qetilkirin tê tazîkirin û wêneyên wê tên kişandin. Di du wêneyên li tevna civakî de belavbûne de bi awayekî eşkere şopên êşkenceyan di laşê jinê de tên dîtin.
Beriya niha jî li Gimgimê gerîlaya YJA Starê Kevser Elturk (Ekîn Wan) piştî hatibû qetilkirin bi tazîkirinê bedena wê hatibû teşhirkirin. Piştî vî dîmenê rastî bertekên mezin hatin, jinan bi dirûşmeyên, “Ekîn Wan halê berxwedana me ya tazî ye” û “Dema zilma dewletê xwe tazî dike jin berxwedanê li xwe dikin” ve çalakî hatibûn destpêkirin.

Têkîldarî jina hatiye qetilkirin hê ti agahî nehatiye bidestxistin, têkîldarî mijarê KJA’yê daxuyaniyek nivîskî weşand.

KJA bal kişand ku li Cizîrê qetlîamek nû tevlî qetlîaman bûye. Di daxuyaniyê de li hember şerê li ser bedena jinê tê kirin banga rabin ser piyan li hemû jinan hat kirin, wiha hat gotin: “Em wek KJA bang li tevahî jinana dikin ku li tevahî qadan li dijî van êrîşan rabin ser piyan û li her derê bertekên xwe di asta herî bilind de deynin holê.”