Li Cizîrê 31 cenazeyên din ên dewleta Tirk qetil kirine hatin wergirtin

Li Cizîrê 31 cenazeyên din ji herêma ku avahiyên birîndar tê de asê mabûn û rastî êrîşa hêzên dewleta Tirk dihatin hatin wergirtin û birin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.

Li Cizîrê 31 cenazeyên din ji herêma ku avahiyên birîndar tê de asê mabûn û rastî êrîşa hêzên dewleta Tirk dihatin ku di encamê de gelek ji wan hatin qetilkirin, ji aliyê wesayîtên cenaze yên Şaredariya Cizîrê hatin wergirtin û birin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. 

Piştî operasyona hêzên dewleta Tirk a li ser maleke li Kolana Narîn a Taxa Cûdî kut ê de 10 cenaze û 52 birîndar hebûn, beriya du rojan 29 cenaze hatin wergirtin û duh jî 12 cenaze hatin girtin û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Îro jî 31 cenaze hatin girtin û hat ragihandin ku her 31 cenaze jî wek cenazeyên din ên hatibûn wergirtin şewitîne û parçe bûne.

Di jêrzemîna wehşetê ya yekemîn a li Kolana Bostanci ya Taxa Cûdî ya Cizîrê, cenazeyê 7 kesan ku ji ber ranekirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan, 15 birîndar û 9 kes hebûn. Di jêrzemînek wehşetê ya duyemîn a heman taxê ya li kolana Narînê jî 10 cenaze û 52 birîndar dihatin zanîn. Duh di êrîşa li ser maleke li Taxa Sûrê ya 45 birîndar tê de bûn jî 22 kesan jiyana xwe ji dest dan, 23 birîndar jî li benda rakirina nexweşxaneyê bûn. Heta niha ji herêma ev her sê avahiyên ku bi giştî 149 kes tê de ne,  82 cenaze hatine derxistin.