Li Cizîrê 28 kes hatin binçavkirin
Li Cizîrê di serdegirtinên malan de polîsên Tirk 28 kes kirin bin çavan.
Li Cizîrê di serdegirtinên malan de polîsên Tirk 28 kes kirin bin çavan.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê polîsan li taxên Konak, Yafes, Nûr, Cûdî û Sûrê bi ser gelek malan de girtin.
Di serdegirtinên malan de 28 kes hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku di serdegirtinan de binçavkirî hatine derbkirin û miameleyek xirab li wan hatiye kirin.