Li Çewlik, Mûş û Dersîmê gelek kes hatin binçavkirin

Operasyonên qirkirina siyasî yên bi destê AKP/Qesrê li dijî Kurdan û hêzên demokratîk tên meşandin, dewam dikin. Li Çewlik, Mûş û Dersîmê 16 kes hatin binçavkirin.

Operasyonên qirkirina siyasî yên bi destê AKP/Qesrê li dijî Kurdan û hêzên demokratîk tên meşandin, dewam dikin. Li Çewlik, Mûş û Dersîmê 16 kes hatin binçavkirin.

ÇEWLIK

Li Çewlikê, polîsên Tirk danê sibehê avêtin ser avahiyên HDP û DBP'ê yên navenda bajêr, navçeyên Dara Hênê û Kanîreşê. Hêzên dewleta Tirk deriyên avahiyan şikandin û dest danîn ser poster û pirtûkên li avahiyê.

Di heman demê de avêtin ser malên endamên HDP û DBP'ê û Hevseroka HDP'ê ya Bajêr Zerîn Berdîbek, Hevşaredarên DBP'ê yên Bajêr Zeynep Yûrtsever û Feyzûllah Şeyhanoglû, Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Dara Hênê Alî Yaşar, endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Mahmût Demîrel û endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Adnan Sari binçav kirin. Binçavkirî birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.

Her wiha avêtin ser avahiya Komeleya Xwendekarên Zanîngeha Çewlikê û poster û pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz desteser kirin.

MÛŞ

Endama Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mizgîn Çiftçî, dema ji Mûşê diçû Çewlikê li benda kontrolê ya polîsan hat binçavkirin. Hat zanînku Çiftçî bi fermana dozgeriyê hatiye binçavkirin. Polîsan piştî Çîftçî binçav kirin birin Midûriyeta Polîsan a Mûşê.

DERSÎM

Li Dersîmê piştî ku esnafan derabeyên dikanan girtin, operasyona binçavkirinê ya ku dest pê kir didome. Hevseroka DBP'ê ya Dersimê Huyla Yer, rêveberên DBP'î û esnaf jî di nav de piştî binçavkirina 8 kesan bi şev jî Hevserokê HDP'ê yê Dersîmê Aslan Çag gazî Midûriyeta Polîsan a Dersimê hat kirin. 

Kesên ku hatin binçavkirin ev in: Hevseroka DBP'ê ya Dersîmê Hulya Yer, Hevserokê HDP'ê yê Dersîmê Aslan Çag, rêveberên DBP'î Ufuk Sunger, Celal Aydin, Yaşar Ateş, esnaf Vedat Emîr, Serkan Sariataş, Mehmet Çagrî û Şahîn Kuçîn.

Telefonên kesên ku hatin binçavkirin hatin desteserkirin, hê jî îfadeyên wan nehatine girtin. Têkîldarî mijarê daxuyaniya ku ji aliyê Walîtiya Dersîmê ve hatiye dayîn de der barê hevserokên DBP û HDP'ê de gotina "qaşo" bikaranîn bal kişand.

Li Dersîmê di 16'ê cotmehê de li dijî geliyê Pilêmûriyê bombebaran hatibû kirin û piştî şerê qewimî 13 gerîlayan jiyana xwe ji dest dabûn. Li ser vê li bajar hemû esnafan ji bo li dijî polîtîkayên şer nerazîbûnên xwe nîşan bidin di 21'ê Cotmehê de derabeyên dikanên xwe girtibûn û li bajar jiyan dabûn rawestandin. Piştî ku gel piştgirî da çalakiyê Serdozgeriya Komarê ket nava tevgerê û der barê esnafên ku derabeyên dikanên xwe venekirin de lêpirsîn dabû destpêkirin. Heman rojê di daxuyaniya ku ji aliyê Walîtiya Dersîmê ve hatibû dayîn de biryarekî balkêş hatibû girtin û li bajar girtina derabeyan hatibû qedexekirin.