Li Çelê, Qileban û Amedê çalakiyên bi bandor

Di daxuyaniya HPG’ê de hat diyarkirin ku di çalakiyên li Çelê, Qileban û Amedê de gelek leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê destnîşan kir ku li dijî êrîşên dagirkirinê û faşîst ên artêşa Tirk li Kurdistanê dimeşîne, hêzên gerîla bi çalakiyên bandor ve bersiv dane.

Di daxuyaniya HPG’ê de hat diyarkirin ku di çalakiyên li Çelê, Qileban û Amedê de gelek leşkerên Tirk hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de her wiha têkîldarî operasyonên li Bedlîs, Qers û Colemêrgê jî agahî hatin dayîn.

LI COLEMÊRGÊ ÇALAKIYA BI BANDOR

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê da xuyakirin ku 30’ê Nîsanê saet 11.00’an hêzên gerîlayan li hember qereqola Êrîş a li xeta sînorê navçeya Çelê ya Colemêrgê bi çekên giran çalakî li dar xistine, di vê çalakiyê de avahiya qereqolê hatiye hedefgirtin, her wiha leşkerên ji derveyî qereqolê ketine nav tevgerê jî tevlî hedefgirtinê kirine. Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin zelalkirin, artêşa TC bi wesayîtên zirxî mirî û birîndarên xwe rakirine. Piştî çalakiyê jî qadên derdor dane ber obus û hewanan.”

LI ŞIRNEXÊ ÇALAKÎ

Di daxuyaniyê de agahî hate dayîn ku 30’ê Nîsanê saet 11.20’an dema leşker li qereqola Tepê Sînek a li sînorê navçeya Qileban a Şirnexê kom dibûn, hêzên gerîlayan bi çekên giran çalakî li dar xistin.

Dîsa hat destnîşankirin ku saet 13.00’an hêzên gerîlayan bi çekên giran li ser wesayîta dozer a hewl daye li derdora qereqolê rê çêke çalakî li dar xistine û xebatên çêkirina rê dane rawestandin, hate ragihandin ku hejmara leşkerên mirî û birîndar li vir nehatine zelalkirin.

HPG’ê têkîldarî çalakiyên li Şirnex û Amedê jî ev agahî parve kirin:

“30’ê Nîsanê saet 11.20’an li hember leşkerên artêşa TC yên li derdora girê Çeperên Şexa yê li nêzî gundê Aşûtê ku li sînorê navçeya Qileban a Şirnexê ye, hêzên gerîlayên me çalakiyek sûîqestê li dar xistine û leşkerek kuştine. Her wiha, hêzên me li hember leşkerên ku komî sekinîne jî çekên giran bi kar anîne. Her çiqasî li vir leşkerên mirî û birîndar hebin jî hejmar nehatiye zelalkirin.

LI HÊNÊYA AMEDÊ ÇEPERÊN LEŞKERAN HATIN RÛXANDIN

30’ê Nîsanê saet 18.20’an hêzên gerîlayên me li hember qereqola Hêgasor a girêdayî navçeya Hênê ya Amedê çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê dde hêzên me bi bandor li çeperek, nîzamiye û avahiya qereqolê dane. Di çalakiyê de çepera ku 3 leşker tê de bûn bi temamî hatiye rûxandin û her 3 leşkerên tê de jî mirine. Piştî çalakiyê jî artêşa TC qadên derdora xwe daye ber çekên giran.”

LI NAVBERA HÊNÊ Û KARAZÊ OPERASYON DIDOME

HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk 27’ê Nîsanê di navbera Hênê û Karazê de li qada Şehîd Rojhatê dest bi operasyonekê kiriye, li gundên Şaqlat, Qadışê, Gaban, Tilitin, Hurê, Hewrê û Zara qedexeyên kolanan hatine îlankirin û operasyon hê jî didome.

LI BEDLÎSÊ BI TEVLÎBÛNA CERDEVANAN OPERASYON

HPG’ê têkîldarî operasyonên li Bedlîs û Qersê jî ev detay parve kirin:

“30’ê Nîsanê artêşa TC li qada Şehîd Mîzgîn a Bedlîsê bi tevlîbûna cerdevanan dest bi operasyonekê kiriye. Hêzên gerîlayên me li nêzî gundê Olekê yekîneya veşartî ya artêşa TC ferq kirine û di çalakiya lidarxistine de leşkerek kuştine. Her wiha li vir wesayîtek yekîneyên kontra ya di nav tevgerê de jî hatiye derbkirin. Yekîneya heta demek dirêj nikarîbû tevbigere, bi hewanên ji qerqolên Şêx Cûma û Hêvrîsê bi zorê vekişiyane. Dîsa, saet 20.30-21.00’an helîkopterên Kobra li mintiqa Olekê dane.

LI QERSÊ OPERASYON

25’ê Nîsanê artêşa TC li qada Çemçê ya girêdayî navçeya Qaqizman a Qersê dest bi operasyonekê kirine. Di vê operasyona ku şerên giran tê de qewimîn de bi yekîneyek gerîlayên me ve têkîliyên me qut bûne. Dema agahiyên bi detay ên der heqê operasyonê de hatin bidestxistin wê bi raya giştî re bêne parvekirin.

LI ŞIRNEXÊ ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê diyar kir ku 29’ê Nîsanê saet 18.30-19.00’an û 30’ê Nîsanê saet 03.00’an balafirên şer ên Tirk mintiqa Xirbikê Bestê ya li qada Besta ya Şirnexê bombe kirine.

GERÎLAYAN BERSIV DAN ÊRÎŞÊN HELÎKOPTERAN

Her wiha 30’ê Nîsanê saet 22.00-23.00’an hate ragihandin ku 2 helîkopterên Kobra li qada Şehîd Rahîme ya li sînorê navçeya Gever a  Colemêrgê dane, li hember vê jî gerîlayan bi çekên giran li helîkopterên Kobra dane. HPG’ê ragihand ku piştî vê bersivdayinê helîkopterên Kobra neçar mane vekişin.