Li Çelê Hevserokê HDP û DBP jî nav de 7 kes hatin binçavkirin

Li Çelê îro danê sibehê di serdegirtina malan de Hevserokê HDP û DBP jî nav de 7 kes hatin binçavkirin.

Li navçeya Çelê a Colemêrg îro danê sibehê di serdegirtina malan de Hevseroka  HDP’ê ya navçeyê Halîme Şîmşek, Hevseroka  DBP’ê ya Navçeyê Garîbe Çetîn, Cebraîl Erdemîr, Cennet Ayar, Cengîz Atak, Perîşan Erdem, Savaş Doner hatin binçavkirin. Di serdegirtina malan de Polîsên Tirk berê çekên xwe dan ser welatiyan  û legerîn kirin. Hat diyarkirin ku, bi hinceta  “6-7 Cotmehê tevlî çalakiyên Kobanê bûne” 7 kes hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Çelê.