Li Çelê çeteyekî Qesrê hat kuştin

Li çoltara gundê Aşût a navçeya Çelê di navbera gerîlayên HPG/YJA Starê û hêzên çekdar ên rejîma AKP’ê de şer derket, di şer de JOH'ek hat kuştin û 3 JOH jî birîndar bûn.

Hêzên taybet ên Jendermeyên Tirk rojek berê li çoltara gundê Aşût a Çelêya Colemêrgê derketibûn operasyonê û di navebera wan û gerîlayên HPG/YJA Starê de şer derketibû. Di şerê qewimî de çeteyek hat kuştin û 3 çete jî birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku çeteyên birîndar bi helîkopterê rakirine Nexweşxaneya Leşkerî ya Colemêrgê.

Li herêmê bi helîkopteran operasyonek nû hate destpêkirin.

Li aliyê din, operasyona bi piştgiriya hewayî ya ku piştî çalakiya li hemberî bargehên Qereqola Ortaklar a li gundê Bêsosin a girêdayî navçeya Şemzînanê dabûn destpêkirin jî didome. Piştî çalakiya gerîlayên HPG û YJA Starê ya ku danê êvarî li hember kuleyên çavdêriyê yên li Xapûştê û Serê Silo pêk hatin de herî kêm 3 leşker hatin kuştin û 7 jî birîndar bibûn, ji Tabûrên Ûmûrlû û Bêzelê domahiya rojê Garê, Navberojan bi top û obusan hatin bombekirin.

Dîsa li hember qada Masîro û Gorbadîna ya ku helîkopterên Skorsky tîmên taybet danîbûnê jî bi awayekî dijwar topbarana ji 3. Yekîneya Topavêj a Komandoyên Çiyê dewam kir. Qadên Çiyayê Masîro û Çiyayê Panê hê jî ji aliyê helîkopterên Kobra têne gulebarandin.

Hate hînbûn ku piştî şerê danê sibehê yê di navbera leşkerên Tirk ên hewl dan biçin Çiyayê Panê û gerîlayan de ev yekîne neçar mane ji qadê vekişin. Li gor çavkaniyên herêmî, yek ji baskên van yekîneyên di operasyonê de cih digirin jî hewl dide bikeve qada Kurê Mizgeftê. Bomberdûman û operasyonên li qadên navborî dewam dikin.