Li Belçîkayê jî meşa dirêj a 2 rojan

Meşa dirêj a ji bajarê Leûven ê Belçîka destpê kir wê sibehê li Brukselê bi dawî bibe. Nêzî 300 Kurdistanî, endamên SKB û Eniya Gelê Şoreşgerî tevlî meşa di pêşengiya KCD-E û TJK-E bûn.

17. salvegera Komploya Navneteweyî ji aliyê Kurdistaniyên li Ewropa bi çalakiyên cur bi cur tê protestokirin.

Meşa dirêj a ji bajarê Leûven ê Belçîka destpê kir wê sibehê li Brukselê bi dawî bibe. Nêzî 300 Kurdistanî, endamên SKB û Eniya Gelê Şoreşgerî tevlî meşa di pêşengiya KCD-E û TJK-E bûn. Meşa îro danê sibehê saet 10.00’an destpê kir heta Nossegemê berdewam kir.

Meşvanan di meşê de dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo”, “Qatil Erdogan”, “Her Der Berxwedan Her Der Cizîr Her Dever Serhilda” berz kirin. Piştî meşa 6 saetan, meşvan gihiştin bajarê Nossegem ê Brukselê.

Endamê Komîteya Amedekar Naîm Acar li vir axivî, wiha got: “Ev gel her tim li ber xwe dide û wê bide jî. Em heta vir bi ked û berdêlan hatin. Em ê ji niha û şûn de jî bidin.”

Piştî Acar, endama TJK-e Emel Golu axivî, got Ocalan pêşengiya tevgera azadiya jin kiriye, azadî, îrade, zanebûn û felsefa jinê ya jiyanê fêr kiriye. Golu ji bo meşa sibehê jî banga tevlîbûna xurt kir.

...