Li Bedlîsê jî keya û serokê sindoqê li şûna dengdêran dengê 'erê' dane

Derket holê, li sindoqa bi hejmara 1026 a li Xîzanê, keyayê gund û serokê sindoqê hemû deng kirine 'erê'.

Dengên bi fen û fûtan hatine dayîn, li Bedlîsê jî derket holê. Li gundê Pirneşîn ê navçeya Xîzan a Bedlîsê, derket holê ku li sindoqa bi hejmara 1026'an keyayê gund û serokê sindoqê, hemû deng kirine 'erê'. Li vî gundî 163 hilbijêr hene û li sindoqa gund 163 dengên 'erê' derket.

Hevserokatiya HDP'ê ya Xîzanê, bi hinceta ku li vî gundî deng bi rengekî vekirî hatiye dayîn û keya li şûna yên ne amade deng daye, serî li Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê da, ku hilbijartin bê betalkirin. Lê belê Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê bi îdîaya ku 'delîl û belge kêm in' ev daxwaz red kir.