Li Bedlîsê 3 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, di çalakiya gerîla ya 22'ê Gulanê ya li Bedlîsê de 3 leşker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, der barê êrîşên hewayî yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê de agahî da. Navendê nasnameya gerîlayekî li Amedê jiyana xwe ji dest da, eşkere kir.

LI BEDLÎSÊ ÇALAKÎ

Di daxuyaniyê de li ser çalakiya hêzên gerîla ya li Bedlîsê de ev agahî hatin dayîn:

"Roja 22'ê Gulanê saet di 19:00 de hêzên me yên gerîla li hemberî qereqola Riclek a Bedlîsê çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de derbên xurt li tankek û 3 leşkerên li hev kom bûbûn hat xistin. Di encama çalakiyê de her 3 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê, artêşa TC bi çekên giran gule li derdorê reşand. Ev çalakî ji bo bîranîna hevrêyê me Xemgîn Koçer hat lidarxistin."

LI QILABANÊ LI KEPÇEYA KOZIK DIKOLA HAT XISTIN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin, ku 23'ê Gulanê (îro) saet di 07:00 de hêzên gerîla bi çekên giran li kepçeyeke artêşa Tirk a li girê Şehîdan ê navçeya Colemêrg Qilabanê kozik dikola, xistin. Di encama vê lêdanê de kepçeyê xwe ji herêmê vekişand.

ÊRÎŞA HEWAYÎ YA LI HEMBERÎ METÎNA

Navendê diyar kir, roja 23'ê Gulanê saet di navbera 04:30-05:00 de balafirên şer ên artêşa Tirk bombe li derdora gundên Asê, Xankê û Yekmalê yên li herêma Metîna barandine û ji ber vê bomberdûmanê xisar li dehl û rezên gundiyan bûye.

DI ŞERÊ LI AMEDÊ DE GERÎLAYEKÎ JIYANA XWE JI DEST DA

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, nasnameya gerîlayekî di şerê li Amedê de jiyana xwe ji dest da, eşkere kir.

Di vê der barê de hat gotin, "21'ê Gulanê, tîmeke me ya gerîla ya li bejahiya Amedê, dema bi erka xwe radibû li artêşa TC rast hat û li vir şer derket. Di vî şerî de gerîlayekî me şehîd ket. Nasnameya hevalê me yê şehîd hetiey bi vî rengî ye:

Nasnav: Kûrtay Faraşîn
Nav paşnav: Ozan Çelîk
Cihê ji dayikbûnê: Mêrdîn
Navên dayik û bav: Hamsî-Mesût
Dem û cihê şehadetê: 21'ê Gulana 2016 / Amed"

...