Li Başûrê Cerablûsê şerê dijwar diqewime

Piştî êrîşkirina komên çete yên li ser gundên Başûrê Cerablûsê ku dewleta Tirk û artêşa Tirk piştgirî dike û şûn de şerê dijwar diqewimin.

Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û komên çete yên girêdayî wan ên li başûrê Cerablusê berdewam dikin. Artêşa Tirk li rex Çemê Firatê bi dehan tangan û fuzeyên li hemberî germahiyê hesasin, êrîşî gundên Qerex, Mexar, Debis û Emarnî kirin.

Dagirker, her wiha gundên ku sivîl tê de hene jî topbaran dikin.

Li hemberî êrîşan şerê parastina rewa yê gelên Suriyeyê jî berdewam dike. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê li hemberî êrîşan berxwedan nîşan didin. Li herêmê di kêliyan de li şer didomin.