Li Balafirgeha Arlanda ya Stockholmê çalakiya rûniştinê

Kurdistaniyên duh danê êvarî li Balafirgeha Arlanda ya nêzî Stockholmê çalakiya rûniştinê li dar xistin, qetlîama AKP’ê ya li hember 60 sivîlên li Cizîrê protesto kirin.

Kurdistaniyên duh danê êvarî li Balafirgeha Arlanda ya nêzî Stockholmê çalakiya rûniştinê li dar xistin, qetlîama AKP’ê ya li hember 60 sivîlên li Cizîrê protesto kirin û bêdengiya Yekîtiya Ewropa û Hikûmeta Swêdê yên li hember qetlîamên dewleta Tirk bêdeng dimînin şermezar kirin.

Kurdistaniyan dirûşmên “Qatil Erdogan, YE Durû”, “Destên xwe yên bi xwîn ji Kurdistanê bikşîne”, “ PKK gele, gel li vir e”, “Li Kurdistanê qetlîama heye” û “ Ji bo Ocalan azadî û ji bo Kurdistanê aşitî” qîr kirin. Çalakvanan têkildarî çalakiya xwe belavok belav kirin.

Kurdistaniyan demekê li balefirxaneyê çalakiya rûniştinê li dar xistin, piştre hatin pêşiya buroya THY, dirûşmên “Dewleta Qatil wê hesab bide” û “ Wê hesabê Cizîrê bê xwestin” berz kirin.

Polîsan li pêşiya buroya Rêya Esmanî ya Tirkiyeyê (THY) ewlekariyek mezin girtin, xebatkarên li buroyê kar dikirin jî derxistin. Çalakî bi axaftinên ku kiryarên dewleta Tirk tehşîr û şermezar dikin dewam kir û piştre bi xwendina sirûda Çerxa Şoreşê bi dawî bû.

...