Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Li bajarên Kurdistanê operasyonên qirkirina siyasî

Li bajarên Bakurê Kurdistanê operasyonên qirkirina siyasî hatin domandin.

AKP/Qesr a nikare berxwedana gelê Kurd bişkîne, operasyonên qirkirina siyasî didomîne. Di vê çarçoveyê de li bajarên Bakurê Kurdistanê gelek welatî hatin binçavkirin û girtin. 

ERZIROM

Li navçeya Tatosê û gundên Kole, Mîra, Zorava, Xendekan û Gomaqurda serê sibehê serdegirtinên malan pêk hat. Di serdegirtinên malan de ji rêveberên HDP'ê Şîrîn Gurhan jî di nav de 16 kes hatin binçavkirin. 16 kesên ku sdema binçavkirina wan nehat hînbûn birin Midûriyeta Polîsan a Erziromê.

Kesên ku hatin binçavkirin ev in: Îsmaîl Kaya, Seyîthan Yildirim, Şîrîn Gurhan, Reîs Akbaba, Cahît Sever, Fuat Sari, Mehmet Emîn Korkmaz, Denîz Korkmaz, Fesîh Konmaz, Savci Konmaz, Abdulcabbar Yalçin, Çetîn Yalçin û Bariş Yalçin.

WAN

Nûçegihanê DÎHA’yê Erdem Muhîrcî û 7 kesên din ên li navçeya Elbakê ya Wanê di 21'ê tebaxê de di serdegirtinan malan de hate binçavkirin derxistin dozgeriyê. Piştî îfadeyan nûçegihan Muhîrcî û 6 kesên din bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" hatin girtin. Kesên girtin şandin Girtîgeha Tîpa M a Wanê.

Li aliyê din li navçeya Erdîşê ya Wanê xebatkarê Azadiya Welat Alî Aşîkar ê hatibû binçavkirin jî bi îdiaya "li ser navê rêxistinê kiriye" "madeya teqemenî li cem heye" hat girtin. Aşîkar jî şandin Girtîgeha Tîpa M a Wanê.

COLEMÊRG

Polîsên Tirk li Navçeya Geverê ya Colemêrgê bi ser gelek malan de girt û 6 kes binçavkirin. 6 kesên ku sedema binçavkirinê û navê wan nehat zanîn birin Midûriyeta Polîsan a Geverê.

AMED 

Li navçeya Licê ya Amedê piştî ku li herêma çolter di navbera gerîlayên HPG û leşkeran de pevçûn qewimî û 5 leşker mirin, 8 leşker birîndar bûn leşkeran bi ser gundê Qiraderayê de girtin. Di serdegirtinan de Hetîh Bîlgî, Remziye Bîlgî û kurê wê Necmettîn Bîlgî hatibûn binçavkirin. 3 kes piştî ku li Midûriyeta Polîsan a Licê îfadeyên wan hatin wergirtin hatin berdan.

Li aliyê din bi şev jî bi ser gundê Qiraderayê de hat girtin û vê carê jî welatiyên bi navê Ramazan Demîrok û Remziye Demîrok hatin binçavkirin. Herdu kesên uk sedema binçavkirina wan nehat hînbûn birin Midûriyeta Polîsan a Licê. 

DERSÎM

Rêveberê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Dêrsimê Alî Akbayir li taxa Sihenkê di serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin. Sedema binçavkirina Akbayir hetan zanîn û ew birin midûriyeta polisan a Dêrsimê. GURGUM

Hevserokê HDP'a Gurgumê Metîn Gonulşen di serdergirtina malê de hat binçavkirin. Di serdegirtinê de, hat zanîn ku kurê Gonulşen, Gokan Gonulşen jî hatiye derbkirin. Piştî lêgerîna li mala hevserok Gonulşen, polîsan deriyê avahiya HDP'a Bajêr jî şikandin û li avahiyê dest bilêgerînê kirin. Di lêgerînê de polîsan gelek amûrên li avahiyê texrîbkirin û şikandin.

Gonulşenê ku mebesta binçavkirina wî nehat zanîn, hat zanîn ku birine Muduriyeta Polîsan a Bajêr.