BI DÎMEN

Li Awûstralyayê protestoya qetlîama Cizîrê: Qatil Erdogan!

Konseya Gelê Kurd a Awûstralya, Komploya 15’ê Sibatê û qetlîamên AKP’ê yên li Bakurê Kurdistanê protesto kir.

Kurdistanî û dostên wan  ên tevlî çalakiya li paytext Canberra bûn, heta Parlamentoya Federal a Awûstralya meş li dar xistin.
Di meşa navenda bajar de dowîzên komplo û qetlîam protesto dikirin hatin rakirin, dirûşm hatin berzkirin.
Piştî meşê, çalakvan li pêşiya parlamentoyê kom bûn, bi Berdevkê Wezîrê Karên Derve û rayedarên partiyên siyasî re hevdîtin pêk anîn, dosyayek têkîldarî qetlîaman pêşkêş kirin.

BÊDENGBÛN HAT ŞERMEZARKIRIN

Parlamentera Partiya Karkerên Rojavayê Awûstralya Melîssa Parke diyar kir ku piştgiriyê dide têkoşîna azadiya Kurdistaniyan. Dayika şervanê YPG’ê Reece Hardîng (Ş. Bagok Aûstralîa) Mîchael Hardîng jî bêdengbûna li hember qetlîamên Sûr û Cizîrê şermezar kir.

Nivîskar Alîson Bûckley jî destnîşan kir ku divê têkoşîna azadiya Kurdistanê bê mezinkirin û ji bo vê jî piştevanî bê zêdekirin.

...