Li Amedê operasyonên leşkerî û zexta ajankirinê

HPG'ê diyar kir, artêşa Tirk a ku ji operasyona li Amedê ti encam bi dest nexist, li herêmê di nava hewldanên ajankirinê de ye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser operasyonên leşkerî û hewldanên ajankirinê yên artêşa Tirk ên li Amedê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Navendê diyar kir, artêşa Tirk roja 26'e Kanûna 2016'an bi 6 hezar leşkerên xwe li qadên Şehîd Navdar û Şehîd Rojhat ên Amedê derket operasyonê û piştî 5 rojan bi rengekî binketî operasyona xwe qedandiye.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, artêşa Tirk roja 22'ê Kanûnê jî bi 10 hezar leşkerên xwe li derdora navçeyên Çermûş, Çunguş, Erxenî yên Amedê û navçeya Gerger a Semsûrê dest bi operasyoneke berfireh kir û ev operasyon jî piştî 5 rojan qediya.

Li gorî daxuyaniyê, artêşa Tirk di 5'ê Çileyê de li qadên Şehîd Navdar û Şehîd Rojhat ên Amedê derket operasyonê.

Her wiha hat gotin, "Artêşa TC di operasyonên dawî de gefan li şêniyên navçeya Licê dixwe û zexta sîxuriyê li welatiyan dike.

Navendê diyar kir, leşkerên artêşa Tirk li gundên Licok, Kerwaz, Mehle, Nenyas û Cumar ên Licê ketine nava malên gundiyan, zerar dane malan û gelek kes binçav kirine.

Her wiha gelek ji welatiyên li gundê Çemealik, Speynik, Xiraba û Şele jî birine qereqolên Korxe û Angol ên Licê û bi lîstikên gemarî ajantiyê li ser wan ferz dikin.