Li Amedê operasyon, li Herêmên Parastinê yên Medya tevgera hewayî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di operasyona artêşa Tirk a li Hezroya Amedê daye destpêkirin pevçûn derketiye. Di encama pevçûnê de gerîlayekî jiyana xwe ji dest daye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di operasyona artêşa Tirk li Hezroya Amedê daye destpêkirin pevçûn derketiye. Di encama pevçûnê de gerîlayekî jiyana xwe ji dest daye.

Navenda ragihandinê di daxuyaniya xwe de got ku li Herêmên Parastinê yên Medya keşf didomin.

LI HEZROYÊ GERÎLAYEKÎ JIYANA XWE JI DEST DA

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî operasyona artêşa Tirk li navçeya Hezro ya Amedê daye destpêkirin ev agahî da:

“Me di daxuyaniya xwe ya duh de diyar kiribû ku 28’ê Mijdarê saet 04.00’an artêşa TC li qadên Kanîpuşkul, Kaniya Qoça, Dêrcal, Qubik, Mêranî û Hontof ên girêdayî navçeya Hezro ya Amedê bi bicihkirina yekîneyên veşartî dest bi operasyonê kiriye û di nav hêzên me û artêşa TC de pevçûnê rû daye. Di pevçûnê de gerîlayekî me jiyana xwe ji dest daye. Agahiyên nasnameya gerîlayê me wê piştre bi raya giştî re bê parvekirin. Operasyon jî di 29’ê Mijdarê danê êvarî de vekişiya.”

LI HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ TEVGERA HEWAYÎ

HPG’ê têkîldarî êrîşên hewayî û bomberdûmanên li hember Herêmên Parastinê yên Medyayê jî ev agahî parve kir:

“29’ê Mijdarê saet 14.30’an hêzên gerîlayên me li hember leşkerên kombûyî yên li qereqola Girê ya li xeta sînorê herêma Zapê çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê hejmara mirî û birîndaran nehate zelalkirin. Piştî çalakiyê qereqolên Girê, Şkêr û Serê Sêvê, herêmên li derdora xwe, Angola, Tepê Ferhat û qûntarên Çiyayê Reş bi obus, hawan û tankan bomberdûman kir.

29’ê Mijdarê saet 09.00-10.00’an qereqola Bîlîcan a li xeta sînorê herêma Zapê; herêmên derdora xwe da ber obus û hawanan.

29’ê Mijdarê saet 17.00-00.00’an ji Herêmên Parastinê yên Medyayê li ser herêma Metîna, 29-30’ê Mijdarê saet 18.00-05.00’an li ser herêmên Zap û Garê pêgerên hewayî yên keşfê geriyan. Her wiha 29’ê Mijdarê saet 19.30-20.00’an li ser herêma Zapê tevgera balafirên şer çêbûn.”