Li Amedê ji bo ‘NA’ start: Bi teqez em ê bi ser bikevin!

HDP, DBP, DTK û TJA, li Amedê li gel Koordînasyona Bajêr a Refrandûmê ya avakirî dest bi xebatan kirin.

Li Amedê di pêşengtiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Tevgera Jinên Azad (TJA) de Koordînasyona Bajêr a Referandûmê ya hatî avakirin, starta xebatên referandûmê yên ku wê li bajêr bi rê ve bibin, li pêşiya avahiya AZC Plaz a li semta Ofîsê bi daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Aktivîteya ku ji aliyê Koordînasyonê ve li Kolana Sanatê di hat pilankirin ku bê lidarxitin ji aliyê bi sedan polîsan ve bi hinceta Rewşa Awarte hate astengkirin. Astengkirin bi daxuyaniya çapemeniyê hate şermezarkirin. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê DBP’ê Mehemt Zekî Baran ve hate dayîn û diyar kir ku wê 16’ê Sbatê bi awyek fermî dest bi xebatên hilbijartin bikin, hê ji niha ve diyar ku wê di nava van şert û mercan de hilbijartinek demokratîk çawa bê kirin diyar dibe.

‘NE MEŞRÛYE’

Baran, diyar kir ku di pêvajoya Rewşa Awarte de zext û zilim zêde bûne, îşaret bi Destûra Bingehîn da. Baran destnîşan kir ku li Tirkiyeyê pêwîstî bi Destûrekî Bingehîn heye û wiha got: “Li vî welatî her piştî darbeyan qedera welat bi Destûra Bingehîn ve îdarekirin navbe.” Baran diyar kir ku ji bo sîstema Serokatiyê Destûra Bingehîn dixwazin bê guhertin û got: “Pêwîstiya vî welatî bi sîstema Serokatiyê nîne, siberojekî aram ku mirov bikare bijî pêwîste. Ne wê meşrûbûna vê Destûra Bingehîn û ne jî ya berê wê hebe.

Baran bibîr xist ku weke tevgera siyasî ya Kurd her demê Destûreke Bingehî ku pir rengî xwestine û wiha dewam kir:

 “Hişmendiya AKP’ê ya ku ev 14 sale li ser desthilatdariyê heta roja me ya îro ti tiştî bi civakê neda qezençkirin. Eger ku di refernadûmê de ji sedî 80 dengê ‘erê’ derket. Nexasim ev ne bi awayekî teknîkî û ne jî sosylolojîk mimkûne. Em ji bîr nekin Destûra Bingehîn a Kenana Evren jî ji sedî 92 deng anîbû. Wê demê tê vê wateyê; eger ev Destûra Bingehîn ku li pêşiya me ji jêr 92 deng bîne dide nîşandan ku ne bi qasî Destûra Bingehîn a Kenan Evren meşrû ye.

‘DIVÊ ÇI JI DESTÊ GELÊ ME BÊ BIKE’

Baran wia got: “Em ji duh hê bi hêztir in. Em îro hê bihêztir in. Em ê sibe ji îro hê bi hêztir bin. Çi dibe bila bibe divê gelê me di referandûmê de çi ji destan bê bikin. Ji ber ku yê bi ser bikeve em in. Bi teqez em ê bi ser bikevin.”