Li Amed û Colemêrgê çalakiyên gerîla

Gerîlayên HPG/YJA Starê, li bejahiya Amed û Colemêrgê derbên giran li leşkerên artêşa Tirk xistin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

"Roja 21'ê Nîsanê saet di 08:45'an de hêzên me li navçeya Pîran a Amedê, li 2 girên ku artêşa Tirk nû lê bi cih bûbû, çalakî pêk anîn. Piştî çalakiyê, helîkopterên bi tîpa Skorsky leşker danîn herêmê û wesayîteke bi tîpa Ford Connect jî li dewriyê geriya. Hêzên me bi çekên RPG-7 derbeke xweş li wesayîta bi tîpa Connect xistin û di encamê de wesayît îmha bû. Hejmara hêzên dijmin ên di vê çalakiyê de mirin û birîndar bûn, nehat zelalkirin.

21'ê Nîsanê saet di 10:00 de, hêzên me hawan avêtin qereqolên Serê Sêvê û Girê yên li navçeya Çelê ya Colemêrgê. Gelek guleyên hawanê li qereqolan ketin û piştî çalakiyê gelek helîkopterên bi tîpa Skorsky xwe li qereqolan danîn û rabûn. Hejmara mirî û birîndarên leşkeran ên li vê derê nehat zelalkirin.

22'ê Nîsanê saet di navbera 11:00-12:00 de hêzên me hawan avêtin girê Sînekê yê li navçeya Qilaban a Şirnexê. Nehat zelalkirin bê çend leşker li vir mirin û birîndar bûn.

22'ê Nîsanê saet di navbera 15:00-15:30 de balafirên şer ên artêşa TC, bombe li erdê derdora gundê Segirê Kevin û Deraşe yên navçeya Amediye ya Duhokê barandin. Ji ber bomberdûmanê zerar li dehl û rezên gundiyan bû. Ji ber bomberdûmana li dora gundê Deraşe, derb li wesayîta welatiyekî sivîl ket."