Li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê çi diqewime?

Hesabên walî û hikûmetê yên li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi dawî nabin. Çeteyên Erdogan, Soylu, Albayrak û Agar li Şaredariyê şerê hev dikin.

Xebatkarên Şaradariya Bajarê Mezin a Amedê ku ji aliye qeyûmên ji yên berê xirabtir ve tê birêvebirin, ne tenê nelirêtî dikin, her wiha dibin sedema fuhuş li bajêr belav bibe.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku ji sala 1999'an û vir ve kevneşopiya HDP'ê bi rêjeya ji sedî 60'ê dengan bi dest xistiye, ji sala 2016'an û vir ve (ji bilî 4 mehan) ji aliyê qeyûmên dewletê ve tê birêvebirin. Qeyûmên ku dizanin ne mayînde ne, ji xeynî xebatên xwe yên tijîkirina bêrîkên xwe bi nelirêtî, ji bo berjewendiya civakê tu karekî din nakin.

Xebatkarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ku ji aliyê qeyûman ve tê birêvebirin û ne tenê nelirêtî dikin, di heman demê de dibe sedem ku fuhuş li bajêr belav bibe.

Beriya niha der barê Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariyê Ercan Bîrcan de îdîayên nelirêtî kiriye, hin nûçe hatibûn belavkirin. Di raporên mufetîşê de hat diyarkirin ku di navbera salên 2017-2018’an de pereyên ku ji şaredarî û otobusên gel lê dihatin veguhestin nêzî 5,5 mîlyon lîre nelirêtî hat kirin û pêvajoya darizandinê dest pê kiribû.

Ercan Bîrcanê ku di dema HDP'ê de ji ber nelirêtî ji wezîfeyê hatibû dûrxistin, ji aliyê qeyûm Mûnîr Karaloglû ve weke Alîkarê Sekreterê Giştî hatibû wezîfedarkirin, piştî giliyê Serokê Daîreya Ciwan û Werzîşê Mehmet Kesen hat girtin. Hat gotin hinceta girtina wî "Bi parvekirina dîmenên neguncayî yê Kesen şantaj kiriye."

Hate hînbûn ku rageşiya di navbera Bîrcan û Kesen de ji ber şerê ku ji îhaleyekê parekê bigirin derketiye holê. Bîrcan a ku dixwaze bibe hevparê îhaleya ku ji aliyê Kesen ve tê vekirin, dema ku bersiva neyînî distîne, vê carê serî li rêyên xerab dide. Bîrcan bi destê komê taşeron yê girêdayî xwe ji bo reşkirina Kesen wêneyên ne guncav dişîne û bi parvekirinê şantejê dike. Ji Kesen tê xwestin ku ji îhaleyê hem pere û hem jî parek bê veqetandin. Li ser vê yekê Kesen rewşê ji walî û qeyûm Munîr Karaloglu vedibêje, bûyer piştî vê rengekî din digire.

Qeyûm ji Kesen re dibêje ku di navberê de ji hinek pere bixe berîka karker û her tiştî tomar bike. Piştre qeyûm Karaloglu bûyerê vediguhezîne navenda îstixbaratê ya li bajêr û ji wan daxwaz dike ku lêkolînê bikin. Piştî rapora îstixbaratê ya ku îfadeyên Kesen piştrast dike, qeyûm ji Kesen re dibêje bila serî li dozgeriyê bide. Kesen ku gotinên qeyûm pêk tîne, bêhna xwe li dozgeriyê digire û bi referansa qeyûm li wir e bi bîr dixe. Serdozger her çend di destpêkê de dudil bû ku tevlî dosyayek wiha bibe jî, piştî ku hîn dibe ku Kesen zilamê Soylu ye, biryar dide ku dosyayê veke û pêvajoya pêwîst bi kar bîne. Li ser vê yekê Bircan tê girtin. Bîrcan ku ji 7'ê Nîsana 2022'an û vir ve di girtîgehê de ye li bendê ye ku derkeve pêşberî dadgehê.

Çîroka Bîrcan, Kesen û Karaloglu li vir naqede. Her wiha tê gotin ku Bîrcan girêdayî Mehmet Agar e. Agar jî wekî kujerê bi hezaran muxalîf, Kurd û şoreşgeran tê zanîn. Bîrcan ê ku nêzî Agar û serokkomar Erdogan bû dema di girtîgehê de bû Kesen vedigere peywira xwe ya berê ya li Kocaeliyê û Karaloglû jî ji peywirê tê stendin û li Sermufettîşiya Mulkiyeyê hatibû peywirdarkirin. Dema ku nelirêtî di rojevê de bû,  Serdozgerê Komarê yê Amedê Ahmet Yavûz ji peywirê hatibû stendin û li şûna wî Mûstafa Çelenk hatibû peywirdarkirin. Li gorî agahiyan ev tişt ji ber aloziya di navbera Soylû û koma hemberî wî pêk hatiye.

Li şûna qeyûm Munîr Karaloglu Alî Îhsan Su hat tayînkirin. Tê zanîn ku Karaloglu ji TUGVA ya ku Bîlal Erdogan ava kiribû tê û bi Berat Albayrak re samîmî ye. Hate hînbûn ku Soylu ji ber ku Ercan Bîrcan di ortê de maye û wê di karên xwe yên qirêj ên pêşerojê de bi kar bîne, di berdêla vê yekê de wezîfeyên Kesen, Serdozger Yavuz û Karaloglû jî dane guhertin û soz daye ku di demeke kin de bên berdan.