Apr 24, 2017

Li 13 gundên Amedê derketina derve hat qedexekirin

Li 13 gundên navçeyên Licê û Hênê, bi hinceta operasyonan derketina dere hate qedexekirin.

Thursday, January 12, 2017 7:07 AM
AMED - ANF

Walîtiya Tirk a li Amedê, li 13 gundên navçeyên Licê û Hênê, ji ber operasyona leşkerî ji saet 05:00 û pê ve "qedexeya derketina derve" ragihand.

Gundên derketina derve li wan hatine qedexekirin, ev in:

"Bîrlîk, Şenlîk, Ergînkoy, Tûzlakoy, Çeper, Daralan û Dûrûkoy ên Licê û Kaledîbî, Yûkaritûrali, Topçûlar, Akçayûrt, Ûzûnlar û Kalaba yên Hênê.