Leşkerên Tirk gundê Lîceyê gulebaran kirin: welatiyek hat qetilkirin

Leşkerên Tirk gundê Heragê yê navçeya Lîceyê ya Amedê gulebaran kirin. Welatiyekî jiyana xwe ji dest da, welatiyek jî birîndar bû.

Walîtiya Amedê li 10 gundên Lîcê, Farqîn û Pasûrê bi hinceta  operasyona  leşkerî duh qedexeya derketina kolanan îlan kir. Bi qedexeyê re li gundê Herag a Liceyê  welatiyê bi navê Celal Gozen ber gulebarana leşkeran jiyana xwe ji dest da. Li heman gundî welatiyê bi navê Mahfuz ê paşnavê wî nehat hînbûn jî birîndar bû.

Cenazeyê Celal Gozen û welatiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Weqfa Halîs Toprak a Lîceyê û ji vir jî bi helîkoptera leşkerî ve birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê.

Malbata Gozen ê  ji bo cenaze werbigirin serê sibehê hatin nexweşxaneyê mînaka xwînê dan.

Welatiyê birîndar Mahfuz jî li Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê tê dermankirin.