Leşker zextê li gel dike
Leşkerên Tirk li navçeya Agirî Patnosê zexteke giran li gel dikin.
Leşkerên Tirk li navçeya Agirî Patnosê zexteke giran li gel dikin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, artêşa Tirk di rojê dawî de li navçeya Agirî Patnosê ji ber hilbijartinan zexteke giran li gel dike.
Hat ragihandin ku leşkerên Tirk bi kontrola nasnameyan a li ser rê, bi kişandina dîmenê welatiyan û şopandina telefonên wan re, hewl didin zextê li gel bikin.
Di 4'ê Gulanê saet di 09:00 de jî ji navenda Agirî ber bi navçeya Bazîdê ve veguhastina leşekerî hat ragihandin.