Leşker û polîsên Tirk weke 'xenîmeta şer' dest datînin ser malên gel

Leşker û polîsên Tirk, di dema 'qedexeya derketina derve' ya li Nisêbînê de dizî li malan kirin. Ji bo welatiyên nerazîbûn nîşanî vê yekê dan jî gotin, "Li vir şer heye, eşyayên em dibin, xemîneta şer e."

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, ji ber êrîşa bi tank û topan a bi mehan ji aliyê dewleta Tirk ve hat kirin, welatiyên navçeyê bêyî ku tiştekî xwe bi xwe re bibin, neçar man malên xwe biterikînin. Hêzên dewleta Tirk ketin hundirê xaniyên li taxên navçeyê. Tê gotin, hêzên dewletê di serî de eşyayên elektronîk gelek eşyayên li malan dizîne. Welatiyan nerazîbûn nîşanî vê diziyê dan, lê hêzên dewletê gef li wan xwarin.

Nisêbîniyên ji ber ewlekariyê nexwestin navê xwe eşkere bikin, dan xuyakirin ku der barê mijarê de ew bi hêzên ewlekariyê re axivîn e û leşkeran ji wan re gotin, "Li vir şer heye û her eşyayê em ji malekê dibin, xenîmeta şer e."

Nisêbîniyekî mala wî hat talankirin, ji DÎHA'yê re axivî û got, "Polîsan ji me re gotin; 'Hûn hemû terorîst in. Em jî li hemberî we şer dikin û tiştên em di vî şerî de bi dest dixin, xenîmeta me ya şer e."