Lêgerîna li azadiyê ew gihand nava PKK'ê

Dewleta Tirk a bi rêveberiya AKP'ê, konsepta xwe ya tinekirinê bi pêkanînên şerê taybet û propaganda qirêj didomîne. Li gel vê yekê jî tevlîbûna li nava refên PKK'ê dewam dike.

Gerîlaya YJA Starê Mizgîn Berçem yek ji van ciwanan e, ku lêgerîna wê ya li rastiyê ew gihand nava refên PKK'ê.

Mizgîn Berçem, di sala 2013'a de dema ku li Wanê xebatên Komalên Ciwan dimeşand, perwedeya Rejîma Rastiyê û Rastiya Rêbertî dît. Piştî vê perwerdeyê ket nava lêgerînên berfireh. Lêgerîna li rastiyê bi hewldana wê ya xwegihandina li rastiya xwe re bû yek û di dawiya sala 2013'an de tevlî nava refên PKK'ê bû. Li çiyayên Kurdistanê ku weke cih û warê azadiyê bi nav dike, hem tevlî PKK'ê bû hem jî dest bi rêwîtiya xwe xwe bi xwe kir. Heyala wê ew bû, ku ji endamê Konseya Serokatiyê ya KCK'ê Alî Haydar Kaytan dersa Rejîma Rastiyê û Rastiya Rêbertî bigire. Û ev xeyala wê pêk hat.

Mizgîn Berçem ji ANF'ê re qala rêwîtiya xwe kir: "Di nava perwerdeya ku me sala 2013'an de dît, dersa Rejîma Rastiyê û Rastiya Rêbertî jî hebû. Dema ku min ev ders ewilî ji dengê hevalê Fûad guhdarî kir, hin lêgerînên min qediyan, hin jî dest pê kirin. Pirsên 'rastiya min çi ye, li ku ye, çawa dikarim xwe bigihînim, çima ewqasî jê hatime vegirtin?' timî di hişê min de bûn. Min fêhm kir ku ez li cihekî şaş li rastiyê digerim. Gihîştim wê baweriyê ku nikarim li nava sîstemê bibînim. Li ser vê bingehê di dawiya sala 2013'an de tevlî nava refên PKK'ê bûm. Min, rastiya ku hate windakirin li cih û warê azadiyê dît. Bi salan ji ber dijmin em ji rastiya xwe hatibûn vegirtin. Me nekarîbûn pirsa 'rastî çi ye?' jî bikira. Em hatin tirsandin ji bo nedin pey rastiya xwe.

TÊGIHIŞTINA TÊKOŞÎNÊ

Dema ku hatim çiyê, min xeyala xwe ya girtina dersê ji hevalê Fûat bi cih anî. Dayîna dersê ji aliyê hevalê Fûat ve bû sedem ku ez hîn bêhtir bibim xwedî têgihiştina rastiyê. Hişmendiya min a têkoşînê û berpirsyariya min piştî vê dersê xurtir bû. Piştî vê dersê min fêhm kir, ku dikarim rastiyê hîn bi berfirehî û kûrahî di nava PKK'ê de bijîm. Lêgerînê min li qadên azad gihîştin encamê. Min hem rastiya civakê hem jî ya takekes baştir fêhm kir. Rastî azadî ye, xwegihandina wê jî pêkan e. Bi meşê re zêde dibe, mezin dibe. Her ku mirov didin dû, kûrtir dibe.

Ji gotina 'rastî eşqe e, eşq jiyana azad e' ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, mirov fêhm dike ku eşq azadî ye û mirov bi rastiyê dikarin xwe bigihînin azadiyê."

DIVÊ EM NE DI NAVA SÎNORÊN DIJMIN DE BIN

Berçem herî dawî bang li ciwanan dike: "Lêgerîna li rastiyê, di nava sînorên dijmin de nabe. Sekna herî bi exlaq a di vê pêvajoyê de, derketina serê çiyê û rabûna li ber dijmin e. Bi taybetî divê ciwanên me yên Kurd berê xwe bidin çiyê. Lazim e ciwanên me serî li ber sîstema mêtînger netewînin. Zarokên me yên hîn negihîştibûn ciwantiya xwe hatin kuştin. Berpirsyariya me ya herî mezin e ku em hesabê vê bipirsin. Reva ji vê berpirsyariyê nîne."