Kuştina Esat Oktay Yildiran: Slavên Laz Kemal hene

Sal 1980 rojek payizê. 12 Îlonê serê sibê seat 4. Di kolanên hemû bajarên Tirkiyê de dengê Tanq û leşker, di radyo û di Televizyonan de jî dengê sirûd û daxuyaniyên darbeya leşkerî bilind dibûn…

Sal 1980 rojek payizê. 12 Îlonê serê sibê  seat 4.  Di kolanên hemû bajarên Tirkiyê de dengê Tanq û leşker, di radyo û di Televizyonan de jî dengê sirûd û daxuyaniyên darbeya leşkerî bilind dibûn…

Ew roj jiyan sekinîbû, ew roj mîladek nû dest pê kir û bi salan êdî her kesî digot berî 12 Îlonê û piştî 12 Îlonê. Di siyaset û jiyana Tirkiyê de pêvajoyek nû dest pê dikir.

Roja 12 Îlonê seat di 1’ê de Kenan Evren li Ekranê Tv bultena darbeya leşkerî dixwend, li kêleka wî 4 darbekarên din jî hebûn. Di daxuyaniya xwe de behsa edaletê, behsa wekhevî, azadî, rojên xweş dikir. Lê di heman seatan de leşker û Polîs di kolanan de di  nêçira şoreşgeran de bûn. Di kolanan de çiqas kes hebûn bêyî lêpirsîn hatin binçavkirin. Gelek kes bi mehan bêyî suc û guneh dibin çavan de man..

Piştî 12 Îlonê nêzikî 300 hezar şoreşger, demokrat  û welatparêz avêtin girtîgehan û bi îlankirina rewşa awarte, Kurdistan  û Tirkiye bû girtîgeheke servekirî.

3 Girtîgehên pîlot hatibûn tespîtkirin. Mamak, Metrîs û Amed. Li van 3 girtîgehan li hember girtiyan êşkenceyên bê emsal pêk dihatin.

Darbeya 12 Îlonê neyartiya Kurdan û PKK‘ê dabû pêşiya xwe. Bi deh hezaran kes avêtin zîndanan û êşkence kirin. Kurdistanê bi awayekî giştî veguherandin girtîgehek servekirî.

Zîndana herî  bi nav û deng zîndana Amedê bû. Armanc ew bû, Kurdistanê û gelê Kurd ji aliyê eskerî, siyasî, îdeolojîk, raman û jiyanê ve teslîm bigirin.

Efser û fermandarên taybet anîbûn li Amedê bi cîh kiribûn. Ji aliyê Konseya ewlekariya Mîllî ve Kemal Yamak wek fermandarê kolordiya heftemîn şandibûn Kurdistanê. Bi gişti berpirsyariya heremê di dest wî de bû.

Kemal Yamak, li kesekî digeriya ku mudaxeleyî "zîndana Amedê" bike. Rojek li Devegeçidî di teftîşa leşkeran de digot;  "ji min re 2 yuzbaşî ku li zindanê bi îşkence û zextan, karibin Kurdan û kominîstan terbiye bikin lazim e." Li ser vê yekê yuzbaşiyek ku berê li Qibrisê wezîfe kiribû derket pêş û xwest vê wezîfeyê bigire. Navê wî Esat Oktay Yildiran bû.

Di 24‘ê Sibata 1981‘an de Esat Oktay Yildiran li zîndana Amedê bû. Di destpêkê de ji bo amîrtiya ewlekariya nava girtîgehê, hat wezîfedarkirin. Esat Oktay, ji bo erk û wezîfeyên ku dane pêş wî bi cih bîne, ekîbeke taybetî ya li gor armancên xwe ava kir û li girtîgeha Amedê dest bi hovitiya bê emsal kir. 

Girtiyan navê fermandarê Nazîyan "Gestapo" lê kiribûn. Bi hatina wî, êşkence bûbû parçeyeke  jiyana rojane û mirin jî bûbû bûyereke ji rêzê.

Êşkence û awayên êşkencekirinê di asta herî hov de bû. Ne li cîhanê û ne jî di dîroka mirovahiyê de tunebû. Di dîrokê de erîşên wiha yên li dijî rûmeta mirovan pir kêm bû. Girtîgeha Amedê ji aliyekî ve veguherîbû mekanê xiyanetê, ji aliyekî din ve jî, bûbû fabrîqeya êşkenceyê. Her tim li kêleka xwe se yê bi navê "Co" digerand.

Di vê pêvajoyê de gelek kes bi êşkenceyan û hin kes jî di berxwedenan de jiyana xwe ji dest dan. Gelek kes seqet man.

Li hember vê yekê li zîndana Amedê pêlên berxwedanê dest pê kirin... Berxwedana ku di 21 Adara 1982‘yan de bi çalakiya Mazlûm Dogan dest pê kir di 18‘ê Gulanê de çalakiya çaran û di 14‘ê Tîrmehê de jî bi çalakiya rojiya mirinê dewam kir.

Herî zêde bi ser Kemal Pîr de diçû. Kemal Pîr ne Kurd bû, ji bo vê yekê jê re digot; "Laz Kemal". Hemû girtiyên wî demê di hemû axaftinên xwe de behsa dîaloga navbera herduyan dikirin.

Kemal Pîr rojek li dadgehê di îfadeyek xwe de wiha dibêje: "Esat Oktay Yildiran, li zîndanê, êşkenceyê dike. Li danîşinek din dibe ku hûn min sax nebînin. Ji bo ku Esat Oktay wê min bikuje. Lê hûn wî ne ku bişînin Ewropa, hûn wî bişînin fezayê jî ew ê herî dawî were girtin û kuştin."

Esat Oktay Yildiran di dawiya sala 1984‘an de tayina wî derket û ji Amedê diçe. Dema ku ji zîndana Amedê derket li pey xwe 67 cenaze hiştibû. Hemû girtî jî seqet mabûn.

Rutbeya Bînbaşitiyê girtibû û li Stenbolê bû. 2 zarokên wî hebûn. Ji bo xwe qamûfile bike, derveyî mesayiyê her dem wek sivîlek dijiya.

Di 22 Cotmeha sala 1988‘an saet 2:30‘an de Esat Oktay û hevsera xwe û kurê xwe li Umraniye Sarigazî ji lojmanê eskeriyê derketin û li otubusa şaredariyê siwar bûn.

Du cîwanên Kurd jî li heman otobusê siwar bûn.  Li kursiyê pişt Esat rûniştin. Otubûs di 14:50‘î de dema ku li qada "Kisikli" sekinî ev her du cîwanan ji nişkê ve rabûn û kesek di dest wî de çek, xwe xwar kir ber guhê Esat û got "Slavên Laz Kemal ji te re hene" û 3 gule bera serî wî da. Piştre ji Otobusê peya bûn. Dest danîn ser Taksiyek Mersedes bi plaka 34 BJT 50 û ji cîhê bûyêrê dûrketin.

Esat Oktay Yildiran birîndar rakirin nexweşxanê û li wê derê mir. Rêwiyek di otobusê de bi navê Salîh Ozcan jî ji milê xwe sivik birîndar bû.

Dûvre rojnameya Milliyet bi manşeta "Tola Bixwîn" ev bûyêr bi raya giştî re parve kir.

Êvarê kesekî ku li Kovara "2000 Dogru" dixebitî geriya û got; "PKK‘ê ev sûîqest pêk aniye. Bijî Partiya Karkerên Kurdistan" û têlefon girt.

Piştî kuştina Esat Oktay Yildiran li Stenbolê polîsan operasyonek da destpêkirin. 22 kes hatin binçavkirin. Navê hin kesan di dozê de derbas bû, lê ev nehat îspatkirin.  PKK‘ê daxuyaniyek da û got; "ev sûîqest ji aliyê hevalê me ve pêk hatiye. Tola zîndana Amedê hatî girtin."

TSK‘e jî piştî bûyêrê bi daxuyaniyekê, li Esat Oktay Yildiran xwedî derket û kiryarên wî yên zîndana Amedê parast."Bînbaşi Esat Oktay Yildiran, hemû erk û wezîfeyên ku girtiye yek bi yek bi cîh aniye. Her dem ji aliyê fermandaran ve teqdîr girtiye. Ew bû ku ji Ataturk û prensibê wî hez dikir. Wî bawerî anîbû ku ev welat nayê parçekirin. Efserek giranbiha bû û ew ê her dem wiha were bibîranîn. Dema li girtîgehê wezîfedar bû, di nav rêxistinan de hin bûyêr diqewimîn û şîkayet dihatin kirin, me lêkolîn dikir. Derheqê wî de ti caran sûc û ixmal nehatine dîtin.."