Kurê Yildiz ê hat binçavkirin: Dixwazin bavê min winda bikin

Kurê Necat Yildiz ê li gundê Talatê hat binçavkirin Rifat Yildiz diyar kir, hêzên dewletê li xwe nagirin ku bavê wî binçav kirine. Yildiz got, dewlet dixwaze bavê wî winda bike.

Tevî gundê Xerabê Bava, ev sê roj in li gundê Talatê dagirkerî û êrîşên dewleta Tirk dewam dikin. Kesên ji vî gundî hatine binçavkirin, hewl tê dayîn bên windakirin. Çend ji kesên li gundê Talatê hatine binçavkirin Necat Yildiz, keyayê gund Mahmût Ûzûn û Abdurrahman Oker in. Ji van her sê gundiyan ti agahî nayê girtin. Hêzên dewletê, tenê ji bo Şahap Yalçin li xwe mikur hatin ku ew girtine binçavan û Mecîd Gunduz jî serbest berdan.

'EZ LI TELEFONA BAVÊ XWE GERIYAM, LEŞKEREKÎ TELEFON VEKIR'

Kurê Necat Yildiz Rifat Yildiz anî ziman, ku wî herî dawî di 22'ê Sibatê de bi rêya telefonê li bavê xwe geriya ye û leşkerekî telefona bavê wî vekiriye. Yildiz got, "Di roja destpêkê ya êrîşan de ez li bavê xwe geriyam. Leşkerekî telefon vekir. Dema min jê pirsî 'Bavê min li ku ye?', wî jî got, 'Rewşa bavê te baş e, ez leşker im'. Û telefon girt. Ji hingî ve em nikarin agahiyê ji bavê min bigirin."

'QEBÛL NAKIN KU BINÇAV KIRINE'

Yildiz da zanîn, ji bo hînbûna aqûbeta bavê wî, ew li rayedaran, li emniyetê û jendermeyan geriya ye û got, "Qereqola Jendermeyan a Navçeya Nisêbînê tenê ji bo Şahap Yalçin li xwe mikur tê, ku di binê çavan de ye. Qebûl nakin ku wan bavê min Necat Yildiz, Abdurrahman Oker û keyayê gund Mahmût Ûzûn binçav kirine."

Rifat Yildiz diyar kir, hewl tê dayîn bavê wî û yên pê re bên windakirin û bang li raya giştî kir, ku bala xwe li ser mijarê be.