BI DÎMEN

Kurdistanî ber bi Parlementoya Dusseldorf ve meşiyan

Ji bo protestokirina qetlîamên dewleta Tirk a li ser Cizîr û Sûrê û şermezarkirina bêdengiya hikûmeta Elmanya ya li hember êrîşên qirkirinê, meş li bajarê Leverkûsen ê Elmanya destpê kir.

Ji bo protestokirina qetlîamên dewleta Tirk a di serî de li ser Cizîr û Sûrê û li hember tevahî gelê Kurd û şermezarkirina bêdengiya hikûmeta Elmanya ya li hember êrîşên qirkirinê, bi daxuyaniya li pêşiya avahiya Komaleya Federasyona Elewiyên Demokrat ên li bajarê Leverkûsen ê Elmanyayê starta meşa dirêj a roja yekem hat destpêkirin.

Kurdistaniyên li Bakurê Ren Vestfalya dijîn û endamên Yekîtiya Hêzên Demokratîk, di saetên zû yên sibehê de li dergehên FEDA yê li Leverkûsenê kom bûn. Meşvanên meşa dirêj piştî daxuyaniya çapemeniyê dest bi meşê kirin.

Endama Komîteya Amadekar Medya Botan di daxuyaniya çapemeniyê de axivî û helwesta YE û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) rexne kir, banga lê kir ku piştgiriya didin dewleta qetlîamker bi dawî bikin. 

Botan wiha anî ziman: “Bêdangbûna wan hevkariya wan e. Em careke din wan şermezar dikin. Demildest destên xwe ji qetilkirina bikşînin û êdî nebin hevkarên van qetlîaman.”

Meşvan piştre ber bi Berenrath ve ketin meşê. Tevî baranê jî bi biryardarî çalakvanan meşa xwe berdewam kirin, dîsa di refên pêş de jinan cihê xwe girtin.

Piştî meşa dirêj a 16 km çalakvan gihiştin Benrath û wê şevê li vir derbas bikin. Meşvanên meşa dirêj wê sibehê saet 09:00’an dîsa bikevin ser rê û bi çalakiya li pêşiya avahiya Parlementoya Eyeleta NRW’yê bi dawî bibe. Heyetek ji meşvanên meşa dirêj wê bi rayedarên Parlemetoyê re hevdîtinê pêk bîne û dosyaya NAV-DEM a ku ji berê de amade kirî pêşkêş bike.

...