Kurd û dostên wan li dijî Komploya 15’ê Sibatê meşiyan

Meşa li dijî Komploya 15’ê Sibatê li bajarê Apolda di roja duyemîn de ye. Di meşê de qetlîamên dewleta Tirk ên li Kurdistanê jî hatin protestokirin.

Li bajarê Apolda yê eyaleta Thurîngen ê Elmanyayê meşa li dijî Komploya 15’ê Sibatê duh destpê kir. Meşa ji pêşiya Midûriyeta Herêmê (Landratsamt) despê kir bi tevlîbûna Kurdên ji derdora Thurîngen û Kassel, her wiha Elman û MLPD’ê pêk hat. Di meşa 18 kîlometre li dûv xwe berda de belavokên NAV-DEM’ê hatin belavkirin.

Çalakvanan êvar li navçeya Weîmar a nêzî Erfûrtê derbas kirin, vê sibehê meşa xwe ji pêşiya Şaredariya Weîmarê dewam kirin.

‘TERORA DEWLETÊ RAWESTÎNIN’

Di meşa ku rastî eleqeyek mezin a çapemeniya Elmanan hat de azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwestin, dirûşmeya, “Terora Dewletê Rawestînin’ berz kirin. 

Di çarçoveya meşa ku Hevserokê NAV-DEM’ê Yuksel Koç jî tevlî bûye de, wê îro li pêşiya Parlamentoya Eyaletê ya li Erfûrtê mîtîngek bê lidarxistin.

...