Koordînatorê Hêzên Asayîşê Dr. Qehreman Omerî hat oxirkirin

Bi sedan welatî cenazeyê Endam û Koordînatorê Hêzên Asayîşê Dr. Qehreman Omerî ber bi rêwîtiya dawî ve oxir kirin.

Ji bo wergirtina cenazeyê Endam û Koordînatorê Hêzên Asayîşê Dr. Qehreman Omerî ku di roja 9’ê Çileyê ku encama teqîna bombeya di wesayîta wî de hatibû bicihkirin, jiyana xwe ji dest dabû, bi sedan welatî li ber Mala Gel a taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo kom bûn.

Welatiyên ku alên Asayşa Rojava, TEV-DEM’ê, posterên Rêbrê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên têkoşer hilgirtibûn, bê navber dirûşmeyên dilsoziya bi têkoşeran re diqîriyan. Nûnerên Rêveberiya xweser jî amade bûn.

Piştî ku girseya gel cenazeyê têkoşer wergirt, bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana Şehîd Delîl Saroxan ve ket rê.

Di ketina goristanê de, bi sedan kesî cenazeyê têkoşer pêşwazî kirin. Endamê Hêzên Asayşê û YPG’ê darbesta têkoşer hilgirtin ser milê xwe û heta cihê merasîmê birin. Piştre merasîma leşkerî li dar xistin û deqeyek rêz ji bo hemû şehîdên şoreşê girtin.

Di bîranînê de Hevserokê Desteya Hundir a Kantona Cizîrê Kenan Berekat axifî. Berekat di destpêka axaftina xwe de seresaxî ji malbata têkoşer û tevahiya hêzên Asayşê re xwest û diyar kir ku kesên ev karê tirsonek kirine dixwazin ku di kesayeta têkoşer Qehreman de, tirsê bixin nava gel û wiha got: “Gelê me ti carî ji van kiryaran natirs e. Bila her kes û bi taybet kesên ku ev kiryar kirine baş zanibin ku çawa me tola hemû têkoşerên berê rakirin em ê tola têkoşer Qereman jî rakin.”
Berekat got ku wê li Bakurê Sûriyeyê Sîstema Federal were pêkanîn, ev jî tolhildana herî baş a ji bo têkoşeran e.

Berekat, behsa kar û xebata têkoşer Qehreman a di warê tendirustiyê de jî kir û got têkoşer Qehreman li kû kar û xebata bihata xwestin her tim amade bû û wî bi sedan hevalên xwe yên birîndar li Nexweşxaneya Nûr pêşwazî kirin û derman kir.

Piştre jî li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Edalet Omer axivî. Edalet got ku şoreşeke ku şehîd û bedelên wê tine ne, nîne. Edalet wiha anî ziman: “Kesên ku van êrîşan pêk tînin dixwazin ku gelê me tine bikin. Lê belê gel ti carî li hemberî van êrîşan têk naçe û tine nabe. Her şoreşk bedelê wê hene. Bila em rojeke azad li ser axa xwe bijîn, baştir e ku em sed salên koletiyê bijîn. Şehîdên me roniya rêya me ye, ew her dem di dilê me de dijîn.”

Piştî axaftinan, nasnameya têkoşer hat xwendin û radestî malbatê hate kirin. Malbata têkoşer bi tilîliyan belgeya nasnameya şehîdê xwe girtin.

Cenazeyê Qehreman Omerî ji aliyê hêzên parastinê û gel ve bi tilîlî û dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re veşart.