Koordînasyona Rojava biryarên girîng stand

Koordînasyona Kantonên Rojavayê Kurdistanê, di civîna xwe ya duh de mora xwe danî binê biryarên nû û girîng.

Koordînasyona Kantonên Rojavayê Kurdistanê, di civîna xwe ya duh de mora xwe danî binê biryarên nû û girîng.

Civîna Koordînasyona Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a  her sê Kantonên Rojava (Cizîr, Kobanê û Efrînê) ku sê mehan carekê bi beşdariya nûnerên her sê kantonan tê lidarxistin, duh li bajarê Amûdê li avahiya Rêveberiyê pêk hat.

Di civînê de Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Saroxan, Cîgirên wî Şamîram Şemiûn û Hisên Ezam, Hevserokên Meclîsa Zagonsaz Nezîre Gewriyê û Hekem Xelo, Endamên dîwana Meclîsê Ekrem Mehşûş, Perwîn Mihemed û Ebdulkerîm Siko û Şêwirmenda Rêveberiya Kantona Cizîrê Mizgîn Ehmed amade bûn.

Ji Kantona Kobanê jî Serokê Meclîsa Rêveber Enwer Mislim û cîgirê wî Xalid Berkel, Hevserokên Meclîsa Zagonsaz Fewziye Ebdî û Nîhad Ehmed û şêwirmenda Rêveberiya Kantona Kobanê Rûken Ehmed amade bûn. Nûnerên Kantona Efrînê jî bi rêya Skypê tevlî bûn.

Di encama nîqaşên berfireh de gelek biryarên girîng hatin wergirtin.  Hin ji wan biryaran ev in:

"1- Li her kantonekê buroya plan û lêkolînên Stratejîk bê avakirin.

2- Akademiya perwerdekirina endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li her kantonekê bê vekirin.

3- Şeklê Meclîsên Rêveber ên kantonan careke din di ber çavan re bê derbaskirin û di navbera wan de kordîne hebe.

4- Komîteyeke danûstandina bi Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federal Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê re bê avakirin."