Koordînasyona Giştî ya YPS’ê daxuyaniyek nivîskî weşand û ev agahî parve kirin: “Li dijî çeteyên AKP û Qesrê yên faşîst têkoşîna yekîneyên me yên berxwedanê didome. Di vê çarçoveyê de;
COLEMÊRG
Nasnameya endamê me yê ku 17’ê Îlonê di şer de şehîd bûye wiha ye;
Tekîn Faraşîn / Ecevît Temel / Kantar - Sabrî / Colemêrg / Dîrok û Cihê Şehadetê: 17’ê Îlonê Colemêrg - Kihe
NAVÇEYA ÎPEKYOLÛ YA WANÊ ŞER
Êvara 21’ê Îlonê di operasyona çeteyên Qesrê de ku li Cadeya Dogû li dar xistin, şerê mabeyna yekîneyên me û çeteyan de ji saet 21.00’an heta 00.00’an dewam kir. Mirî û birîndarên çeteyan hene, lê hejmar nehate zelalkirin. Di vî şerî de 2 endamên me şehîd bûne.
Nasnameyên her du endamên me yên şehîd wiha ne;
Vedat Berxwedan / Zindan Bor /Sureyya - Nedîm / Gever
Amed Licê / Mehmet Yalçin / Herdem - Salîh / Amed
LI NAVÇEYA SÛR A AMEDÊ ÇALAKÎ
Êvara 21’ê Îlonê saet 17.30’an yekîneyên me li dijî çeteyên ku li nêzî hemama Çardakli nobedar bûn çalakî li dar xistin. Di vê çalakiyê de çeteyek hate kuştin.
NAVENDA NAVÇEYA DÊRIKÊ ŞER
22’yê Îlonê dema endamekî me li taxên Mazîdagi û Borantiye li ser wezîfeyê bû ji hêla çeteyan hate ferqkirin. Çete destpêkê berê xwe didin gel, dûvre jî mabeyna endamê me û çeteyan de şer rû dide. Di şerê demkurt de mirî û birîndarên çeteyan çêbû, lê hejmar nehate zelalkirin. Di vî şerî de endamê me Laşer Sûrûç li dijî çeteyan heta dawiyê şer kir û şehîd bû. Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye;
Laşer Sûrûç / Îbrahîm Elmas / Remziye - Fazil / Pirsûs-Riha
LI WARGENIMA GEVERÊ ÇALAKIYA KONTROLA RÊ
23’yê Îlonê danê êvarî saet 17.30’an yekîneyên me dema kontrola rê, ajokarekî ji qereqola Wargenima dixebitî û kamyona ku qeçaxçiyan hestir lê barkirî rawestandin. Yekîneyên me hestir desteser kirin û piştî ku dengê xwe li ajokar kirin ew berdan.”