KONGRA GEL: Xwedî li gundê ku êrîş li ser tên kirin derkevin

Hevserokatiya KONGRA GEL, banga xwedî derketinê li gundên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên dorpêçkirin û di bin êrîşan de ne kir. Hevserokatiyê wiha got: “Ti tişt nayê veşartin. Wê hesabê her qetlîamê bi zêdahî bê xwestin.”

Hevserokatiya KONGRA GEL, têkildarî qetlîam û dorpêça hêzên dewlata Tirk a li ser gundê Xerabê Bavan daxuyaniyek nivîskî da.

Hevserokatiya KONGRA GEL di daxuyaniyê de bal kişand ser van xisûsan:

“Di encama lihevkirina Erdogan û Bahçelî faşîzama dewleta Tirk , bi Qirkirina Dersimê re serî li polîtîkayên koçberî, qirkirin, talankirin û serî tewandinê dane û li bajarên Kurdan qetlîam kirin û niha jî berê xwe dane gunên Kurdan û di xwazin bi vê yekê encam bigirin. Di çarçoveya polîtîkayên qirkirin, talankirin û wêrankirinê ya li gundê Xerabê bava ya Nisêbînê, gundên Talate û Cîbîlgiravê jî lê hatine zêdekirin û operasyon hatiye berfirehkirin. Ev pir diyar e ku bi van gundan ve sînordar namîne.

Hovîtiya ku li gund tê kirin, welatî û lawiran jî bi birsîbûnê û tîbûn ve dixwazin tine bikin. Bi van kiryaran dixwazin gel me li ser xaka xwe nekare bijîn û bi cih nebin, neçarî yan hûnê teslîm bibin yan jî hûnê koçber bibin. Dixwazin bi polîtîkayên xwe yên klasîk ên mêtingeriyê encma bigrin. Dixwaze bi leşker, polîs û hêzên peremîlîter ve êrîşî gundên Kurdan û bajarên wan bikin,talan û wêran bikin serweriya xwe bidin domandin.

 ‘WÊ HESAB BÊ PIRSÎN’

Dewleta Tirk di salên 30’î û 90’î de bi êrîşên qirkirin û wêrankirinê yên bi armanca tinekirinê dixwaze ji raya giştî bide veşartin û weke kuştiyên kiryarên wan nediyar bidin nîşandan. Lê di roja me ya îro de ne mimkûne. Çapemeniya alîgir tevî hemû hewldanên xwe, asta hovîtiya tê kirin bi raya giştî re parve dike. Berpirsyariya van hovîtî û qetlîama rast e rast lihevkirina faşîzma Erdogan-Bahçeliye. Ti tişt nayê veşartin û kuştinên kiryarên wan nediyar namînin. Wê hesabê her qetlîamekê bi zêdahî bê pirsîn.

Lihevkirina faşîst a Erdogan-Bahçelî piştî her referandûmê bi van polîtîakayan ve û çapemeniyê digire aliyê xwe, li aliyê din jî dinava xof û tirsa hêrsa şoreşgerî ya Tevgera Azadiya Kurd ku wê di biharê de bilind bibe de ye. Ji ber vê dixwaz hê bihar nehatî bi van êrîşan hinek encam bigre. Lê mixabin ti fêda tirsê ji ecelê nîne. Hûnê hesabê her kiryara ku we kirî bidin.

‘XWEDÎ LÊ DERKEVIN’

Divê gelê me xwedî li gundên ku hatine dorpêçkirin derkevin û bi tenê nehêlin. Divê raya giştî ya rewşenbîr, demokratên li Tirkiyeyê bi aktîv xwedî li gelên me yên li wan gundan derkevin. Divê di vê pêvajoyê de her kes li dijî polîtîkayên lihevkirina faşîzma Erdogan-Bahçelî derkeve û têkoşînê bilind bike. Li dijî van polîtîkayan derketin rast e rast wê bandora xwe li referandûmê jî bike. Divê ev hemû bi hev re bê bi rê ve birin.

Divê di serî de Ewropa gelê me yên li derveyî welat dijîn di vê pêvajoyê de li dijî hovîtiya li gunê Xerabê Bava, Talate û Cîbîlgirav, bi awayekî aktîf raya giştî hestyar bike, bi çalakiyên xurt xwedî li gelên me yên li wan gundan dijîn piştgirî bikin û xwdî li wan derkevin. Ev ji bo herkesê deynê welatparêzî û mirovahiyê ye.