KONGRA-GEL: Li dijî faşîzma Erdogan berê xwe bidin eniya antî-faşîst!

Hevserokatiya KONGRA-GEL têkîldarî “derbeya destlênedayinê” ya ku Qesr/AKP’ê bi piştgiriya CHP û MHP’ê pêk anî, daxuyaniyek nivîskî da.

KONGRA-GEL, bang kir ku eniya antî-faşîst bê xurtkirin û ji kesên ku xizmetê ji Erdogan re dikin hesab bixwazin. Di daxuyaniyê de ji hêzên navneteweyî hat xwestin ku rolên xwe bilîzin. KONGRA-GEL bal kişand ku bi mezinkirina têkoşînê ve wê Erdogan negihêje hedefên xwe.

Hevserokatiya KONGRA-GEL têkîldarî “derbeya destlênedayinê” ya ku Qesr/AKP’ê bi piştgiriya CHP û MHP’ê pêk anî, daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk di pêşengiya Tayyîp Erdogan de hewl dide sîstema faşîst a yekperest ava bike, bi armanca bêdengkirina dengê gel HDP’ê ya li ber vê sîstema asteng dibîne, destlênedanên wekîlên HDP’ê rakirine.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di gava duyem de wê wekîl bi talîmatê bên darizandin û hin ji wan bêne girtin. Ji ber ku Erdoganê faşîst konsepta şerê qirêj ya bi awayekî giştî tinekirina îradeya azad a gelê Kurd û hêzên demokrasiyê esas digire dike hedef dimeşîne, dixwaze yekane partiya qanûnî ya li hember wî mûxalefetê dimeşîne bêdeng bike û bêbandor bike.”

Di berdewama daxuyaniya KONGRA-GEL de ev hatin gotin: “Ji ber hêza esasî ya dikare faşîzma Erdogan asteng bike, hêzên dînamîk ên têkoşîna azadiya gelê Kurd in. Yek ji van jî HDP’e ye kul i ser bingehê demokratîk qanûnî de têdikoşe. Erdogan ê ji mûxalefetê ditirse û li ber ti dengê mûxalîf tehamul nake, bi bêdengkirina HDP’ê ve hewl dide bê îtîraz bigihêje hedefên xwe.

Piştre, wek gava sêyem jî di firsenda destpêkê bi guhertina qanûnê ya ji bo serokkomartiya partî, hedef dike ku bi piştgiriya eniya dewleta faşîst yekbûyî  bibe referandûmê û sîstema serokkomartiya partî ya heta niha bi awayekî praktîkî dimeşand jî qanûnî bike.

Û, Erdogan difikire ku bi van tevahî plansaziyên xwe wê xwe rizgar bike. Difikire ku bi tinekirina bajarên me, xweza, dîrok, çanda me, di serî de jin û zarok bi qetilkirina ciwan û tevahî gelê me, bi pêkanîna tecrîda girankirî ya li ser ruhê azadiyê û zanebûna gelê me Rêbertiya me, wê serî li Têkoşîna Azadiyê bide tewandin.”

 ‘WEK SÎLEYÊ WÊ LI AKP’Ê VEGERE’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Erdogan ji ber sûcên xwe yên li dijî gel di nav tirs û xofek mezin de ye, wiha dewam kir: “Erdogan ê dizane ku dema têk biçe wê çi bê serê malbat û tevahî alîgên wî yên rantparêz, di nav paranoyek tirsê de ye, hewl dide bi avakirina sîstemek faşîzan yekperest ve xwe û malbata xwe bixe garantiyê. Erdogan vê bi ser bixîne wê dema pêşerojek tarî li benda gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ne. Lê, Erdogan wê ti carî nikaribe vê bi ser bixe. Tevahî pêkanînên wî wê wek bûmerangê li vegere. Rakirina destlênedanên wekîlan, wê wek sîleyekê li Erdogan û AKP’ê bikeve.”

‘DIVÊ HER KES LI DIJÎ FAŞÎZMÊ ROLA XWE YA DÎROKÎ BILÎZE’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku “Hêrsa şoreşger a gelên me wê rê nede faşîzmê” û ev bang hatin kirin:

“Li dijî faşîzma Erdogan ji bo avakirina eniya antî-faşîst divê tevahî hêzên dînamîk, di serî de jin, ciwan, kedkar, her kesên ku alîgirên demokrasî û azadiyê, tevahî derdorên li dijî faşîzmê li hev bicivin. Bi eniyek xurt a antî-faşîst ve em ê karibin faşîzma Erdogan têk bibin. Ji ber vê jî divê her kes, her hêz , her derdor li dijî faşîzmê rola xwe ya dîrokî bilîzin.”

Ji gelê Kurdistanê re banga me ye; her kes, her sazî û her projeyên ku xizmeta faşîzma Erdogan dike divê bê teşhîr û tecrîdkirin. Divê bersiva pêwîst ji bo Erdogan û alîgirên wî, ango celad û qatilên gelê Kurd bêne dayîn. Divê Kurdistan ji AKP’ê re nemîne. Piştî van qewimînan, bûyina AKP’î guneh û sûcekî pir mezin e. Hem tê gelê Kurd qetil bike, hem tê hewl bide bi temamî hebûna gelê Kurd ji holê rake, hem jî tê xwe bispêre Kurdên kole û bixwaze siyasetê li Kurdistanê bike. Pêwîst e destûrê vê neyê dayîn. Gelê Kurdistanê gelekî bi rûmet e. Gelekî leheng e ku ji bo azadiya xwe gelek berdêlên mezin dane. Pêwîst e ne ji Erdogan, ne jî ji kurdên kole yên hevkarên wî re nemîne, hesabên her tiştî bêne xwestin. Tevahî bajarên Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê divê bibin qadên ku têkoşîn digihêje asta herî jor.

‘EM JI TEVAHÎ QADÊN CÎHANÊ BIBIN DENGÊ GELÊN XWE’

Ji tevahî gelên Kurdistan û Tirkiyeyê yên li Ewropa û tevahî cîhanê dijîn re banga me ye; gelên me li dijî faşîzmê şerekî hebûn û tinebûnê dimeşînin. Îro, derfet û şert hene ku faşîzma dewletê ya bi sedan salan e gelan, kedkaran û tevahî bindestan cihê dike ku Erdogan û AKP temsîla wê dike, têk biçe û Tirkiyeya demokratîk û Kurdistana azad bê afirandin. Bi bawerî û coşa şoreşgerî ya serxistina vê ve, em li derveyî welat eniya antî-faşîst bi awayekî bi bandor û lez ava bikin. Li tevahî qad û devên li Ewropa û cihanê em bibin dengê gelên xwe, faşîzma Erdogan teşhîr û tecrîd bikin.”

‘DIVÊ RAYA GIŞTÎ YA CÎHANÊ BÊDENG NEMÎNE’  

KONGRA-GEL, di daxuyaniya xwe de wiha bang li raya giştî ya cîhanê kir:

“Di serî de NY, YE, PE, parlamentoyên welatan, saziyên navneteweyî û dost, em bang li tevahî raya giştî ya cîhanê dikin; ji faşîzma Erdogan û dewleta Tirk re nebin temaşeker. Eger gelê Kurd di têkoşîna xwe ya li dijî faşîzmê serkeftî bibe, wê ev bibe serkeftina tevahî mirovahiyê. Berevajî, eger faşîzma Erdogan bi ser keve, wê tevahî mirovahî winda bike. Beriya bibe dereng, em bang li her kesî dikin ku berpirsiyariyên xwe bi cih bînin. Di serî de NY, tevahî saziyên têkîldar ji bo ji qetlîamên dewletê re bêjin raweste divê bikevin nava liv û tevgerê. Divê li hember pêkanînên bêyî hiqûqa gerdûnî û mafên mirovan dihesibînin li ser hebûna gelê Kurd, nirxên wê yên çandî û dîrokî, îradeyên wê yên hilbijartî parlamenên wê pêk tînin mudaxele bê kirin û ji bo çareseriya aştîxwaz demokratîk a pirsgirêka Kurd divê rolên xwe bilîzin.”