KONGRA-GEL: Em ji bo Rêber Apo rabin ser piyan

KONGRA GEL, li hemberî tecrîda giran a fikarên li ser ewlekariya jiyana Ocalan zêde kiriye, bang li gel kir ku rabe ser piyan. Di daxuyaniya Hevserokatiya KONGRA GEL de ev hişyarî hat dayîn: "Kî dikare çi bike bila niha bike, dibe ku sibe dereng be."

Hevserokatiya KONGRA GEL, ji ber zêdebûna fikara li ser ewlekarî û jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Tayyîp Erdogan, şerê ku di 5'ê Nîsana 2015'an de bi tecrîda li ser Rêber Apo re da destpêkirin, piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê bi darbeya sivîl parlament tevizand, dest danî ser rêveberiyê û bi vî rengî şer derxist asta şerê topyekûn. Ji pêvajoya Mutabaqata Dolmabahçeyê derbasî pêvajoya şerê topyekûn bû. Berpirsyarê yekane yê vê yekê jî daxwaz û hêrsa desthilatdariyê ya Tayyîp Erdogan e. Ev daxwaza desthilatdariyê sedema bingehîn a kaosa îro ya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê di nav de ne."

'NE JI XÊRÊ RE YE'

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Piştî ku pêşî li darbeya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê hat girtin, bi biryara MGK û Desteya Wezîran Rewşa Awarte hat ragihandin. Pêkanîna destpêkê ya Rewşa Awarte jî li Girava Îmraliyê li hemberî Rêber Apo hat destpêkirin, ku her şêwe hevdîtin û nivîsandin lê hat qedexekirin. Ev yek nîşan dide, ku li hemberî Rêber Apo konsepteke xetere tê meşandin."

Hevserokatiya KONGRA GEL diyar kir, girankirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêkanînên Rewşa Awarte re, her wiha eşkerekirina vê yekê ji raya giştî re, ne tiştekî ji xêrê re ye.

BANG LI GEL Û HÊZÊN ŞOREŞGER KIR

Di dewama daxuyaniya KONGRA GEL de ev bang hat kirin:

"Em bang li gelên Kurdistan û Tirkiyeyê dikin;

Em bang li Têkoşîna Azadiyê ya Kurd, hêzên şoreşger û demokratîk ên Tirkiyeyê dikin;

Li ser jiyana Rêber Apo ku temînata siberoja azad a gelên me ye, gef û xeteriyeke cidî heye. Darbekarên leşkerî û sivîl ên di oxira desthilatdariya xwe de bi rengekî bêrehm hev qetil dikin, dikarin her tiştî bi Rêber Apo bikin.

Em niha bi ti awayî nizanin rewşa Rêber Apo çi ye. Roj bi roj xeterî mezin dibe.

Jiyan û ewlekariya Rêber Apo ku temînata siberoja me ya azad e, bi temamî bi têkoşîna şoreşger a gelên me ve girêdayî ye. Di serî de jin û ciwan, weke fedayiyên Rêber Apo divê em bi rola xwe ya dîrokî rabin.

Kî wê çi bike divê niha bike, sibe dibe ku dereng be. Pêwîste em li hemberî faşîzma dewletê û Erdogan rabin ser piyan, xwedî li Rêber Apo derkevin û siberoja xwe ya azad bafirînin. Divê em derseke neyê ji bîr kirin bidin patronê DAIŞ'ê sûltanê Qesrê ku jiyan li gelên me herimandiye.

Li hemberî zîhniyeta DAIŞ'ê ku Erdogan temsîlkarê wê ye, em weke yekane hêviya gelên me û mirovahiyê şoreşger, welatparêz û demokrat, dikarin dîrokê biguherînin. Roj roja bersivdayîna li vê pêvajoya dîrokî ye. Roj roja ji bo Rêber Apo rabûna ser piyan e."