KONGRA GEL: Bi hawara Licê ve biçin

Hevseroktiya KONGRA-GEL têkildarî polîtîkayên komkuj ên AKP/Qesrê ku li Licê ya Amedê pêk tîne daxuyanî da.

Hevseroktiya KONGRA-GEL têkildarî polîtîkayaên komkuj ên AKP/Qesrê ku li Licêya Amedê pêk tîne daxuyanî da.

Di daxuyaniya nivîskî de hate gotin, "Dewleta Tirk a faşîst û hikûmeta Erdogan komkujiyên xwe yên ku bi şewitandin û kavilkirina bajarên Kurdan dayî destpêkirin, li Licê ya Amedê bi şewitandina gund û daristanan didomîne. Gund bi darê zorê tên valakirin û li hemberî kesên ku li ber xwe didin îşkence û zext tê kirin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, Licê cihekî wiha ye ku Têkoşîna Azadiya Kurdistanê lê zîl daye û di serî de ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û hemû mirovahiya pêşverû re bûye hêvî û wiha bi  nav de çû, "Sedema ku dewleta Tirk Licê ji xwe re kiriye armanca sereke ew e ku Licê ji bo Kurdan xwedî wateyeke sembolîk e."

'ERDOGAN BI DESTÊ XWE TEMENÊ XWE KURT KIR'

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev hate gotin: 

"Ji dewleta Tirk weye şewat, kavilkirin, talan û koçberkirin û komkujiyên ku li bajarên Kurdistanê pêk tîne pir serketî ye. Vê xwedêgiravî serketinê aniha li qadên bejî berbelav dike û bi rojanekirina polîtîkayên komkujiyê ku beriya bi 100 salî li ser Ermenan pêk anîbû, jê weye ku wê ji rûdana Kurd xilas bibe. Ev rewş dişibe weke xeyala mirîşka birçî ku xwe li embara genim dibîne.

Erdoganê faşîst divê bi ber bikeve ku bi komkujiyên ku pêk tîne gorna xwe ya siyasî bi destê xwe ve kola ye û temenê desthilatdariya xwe têra kin kiriye. Têkoşîna hevpar a dijî faşîzmê ya gelên Kurdistan û Tirkiyê wê hesabê kirinên wî bi têra xwe bipirse.

Şerê giştî yê ku li Licê û gundên wê tê birêvebirin tenê bi Licê re ne sînordar e. Armanca dewletê ew e ku van operasyonan gav bi gav li hemû cografyaya Kurdistanê berbelav bike. Ji bo vê jî li Licê sînordarkirina dewletê û bê encam hiştina operasyonan di serî de gelê me, peywira hemû derdoran e ku li dijî Erdogan û faşîzmê di nav berxwedanê de ne."

'RABIN SER PIYAN; LI BERXWEDANÊ XWEDÎ DERBIKEVIN Û GEŞ BIKIN'

KONGRA-GEL di daxuyaniyê de ji bo piştevaniya li Licê ev bangawazî kir:

"Banga me li gelên Kurdistanê û Tirkiyê ye; rabin ser piyan û li hemû qadên ku hûn lê ne berxwedana gelê Licê bi giyanê xwe ji devera herî kûr hîs bikin û berxwedanê geş û gur bikin. Ji ber ku ev berxwedan ne tenê ya Licê ye. Ev berxwedana di serî de ya gelên Kurdistanê û Tirkiyê ku li dijî faşîzmê li ber xwe didin a hemû jinan û vederkiriyan e û yên ku têne çewisandin e.

Li hemû bajarên Kurdistanê û metropolên Tirkiyê, demokrat, pêşverû, sosyalîst, misilmanê rast, welatperwer, kedkar, jin, ciwan, hawîrdorparêz, Rêxistinên Saziyên Civakî, derdorên ku li hawîrdorê re bihistyar in ji bo ku faşîzma dewletê û Erdogan rawestînin divê rabin ser piyan û bi çalakiyên herî hîkar xwe bigihînin 'HAWAR'a gelê Licê.

Bi heman awayî hemû gelên Kurdistanê û Tirkiyê û dostên me yên li Ewropa, Emerîka, Awûstralya, Kanada, Rûsya, Japonya û li welatên din dijîn, li hemû qadên ku lê ne ji bo komkujiya mirovahî û xwezayî ya ku dewlet li Licê pêk tîne rabin ser piyan û xwe bigihînin ser 'HAWAR'a Licê. Roj ew roj e ku em xwe bi berxwdana gelê Licê re bikin yek."