Konferansa Naskirina Hewramanan dewam dike
Konferansa Naskirina Hewramanan, piştî axaftina destpêkê û xwendina peyama Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, bi axaftina li ser dîroka Hewramanan dewam dike.
Konferansa Naskirina Hewramanan, piştî axaftina destpêkê û xwendina peyama Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, bi axaftina li ser dîroka Hewramanan dewam dike.
Konferansa Naskirina Hewramanan, bi beşdariya 500 delegeyên ji gelek welatan û mêvanan, li bajarê Helebce yê Başûrê Kurdistanê dewam dike.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê û axaftina destpêkê li ser navê komîteya amadekar, Hevserokê KNK'ê Rêbwar Reşîd peyamek pêşkêşî beşdaran kir. Piştre peyama Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê hate xwendin. Dûre jî parêzgeha Helebce hate xendin û herî dawî Siya Çemana Hewreman hate pêşkêşkirin.
BERNAMEYA ÎRO YA KONFERANSÊ
Wê îro sê panel bên lidar xistin.
Panela yekem:
Mijara yekem: Dîroka Hewreman ji aliyê Mihemed Şêx Seîd ve tê pêşkêşkirin.
Mijara duyemîn: Dîroka Hewramaniyên Ebdulmelîkiyan ji aliyê Hesen Selîmê Ebdulmelekî ve tê pêşkêş kirin.
Piştî saet 13:30’an panela duyem tê pêşkêş kirin.
Mijara yekem: Rola jinê li Hewraman, ji aliyê Nermîn Gîveçî tê pêşkêş kirin.
Mijara duyem: Li Hewraman Huner, ji aliyê Welî Fetahî ve tê pêşkêş kirin.
Panela Sêyem:
Mijara yekem: Li Hewreman jiyana xweş,wê ji aliyê Muamîn Mihemed Heçîçî ve were pêşkêşkirin.
Mijara duyem: Li Hewreman cihê wêjeyê, wê ji aliyê Heme Reşîd Emînî ve bê pêşkêşkirin.
Her wiha ji derveyî van mijaran gelek mijarên cur be cur jî wê were pêşkêşkirin.