BI DÎMEN

Konferansa Ciwanan a li Kerkûkê qediya

Konferansa Tevgera Ciwanên Welatparêz a bi şiyara "Ciwanên Apoyî yên Rêxistinbûyî, Pêşengên Veguherîna Demokratîk in" li Kerkûkê hat lidarxistin, bi dawî bû.

Konferans bi beşdariya 350 delegeyan û gelek mêvanan li Salona Konferansê ya Neşet pêk hat.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, nûnerên Komalên Ciwan, Tevgera Azadî, RJAK, Tevgera Jin ên Ciwan ên berxwedêr peyamên xwe pêşkêş kirin, perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo ciwanan û raporên karê salekê hatin xwendin.

Piştî vê nirxandinê, di gelek mijaran de biryarên girîng hatin standin.

Di konferansê de, li dijî tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biryar hat dayîn têkoîneke radîkal were meşandin, ji bo ciwan di siyasetê de bêhtir çalak bibin biryara zêdekirina dewreyên perwerdeya bîrdoziyê hat wergirtin. Di vê çarçoveyê de wê Akademiya Çand û Hunerê ya Ş. Çalak bê vekirin.

Dûre hilbijartin hat kirin û 25 endamên meclîsa dema nû hatin hilbijartin. Konferans piştî hilbijartin û sondxwarina endamên nû yên meclîsa rêveber a Tevgera Ciwanên Welatparêz, bi gerandina govendê bi dawî bû.

'ARMANCA KONFERANSÊ, MEŞANDIAN TÊKOŞÎNEKE RÊXISTINBÛYÎ YE'

Endamên Tevgera ciwanan Rêbaz Hesen, Zhîno Kerîm û Hamyar Kerkûkî konferansa xwe ji ajansa me re nirxandin û diyar kirin, ji ber pêkhatina konferanseke bi vî rengî li Kerkûkê ew gelekî kêfxweş in.

Rêbaz Hesen da xuyakirin, ku wan xwestin pêvajoya siyasî binirxînin, kêmasiyên xwe yên sala bihurî nîqaş bikin û ji bo dema pêş rêbazeke têkoşînê ya encamgir bi dest bixin. Hesen diyar kir, wan bi vê konferansê ve xwestine, ji bo parastina berjewendiyên gelê Kurd û Kurdistanê, weke Ciwanên Welatparêz bi rengekî zana û rêxistinbûyî tevbigerin.

'JI BO CIWANÊN RÊXISTINBÛYÎ, KONFERANS GELEKÎ GIRÎNG E'

Zhîno Kerîm jî bal kişand ser pêwîstiya Başûrê Kurdistanê bi ciwanên zane û rêxistinbûyî û got, "Ji bo afirandina ciwanên zane û rêxistinbûyî, konferansên bi vî rengî gelekî girîng in. Weke ku tê zanîn, ji ber krîza siyasî û aborî ya li herêma me, bi hezaran ciwanan berê xwe dan derveyî welat û di rê de jiyana xwe ji dest dan. Ji ber vê yekê divê em xwe li her qadê bi rêxistin bikin, zane bikin û li dijî krîzan têbikoşin. Ji ber vê yekê gelekî kêfxweşim ku tevlî vê konferansê bûme û ez bawerim em ê van biryarên girîng bixin meriyetê."

Hamyar Kerkûkî da zanîn, ji bo parastin û mezinkirina destketiyên li çar parçeyên Kurdistanê erkên mezin dikevin ser milê ciwanên li Başûrê Kurdistanê û got, "Ji bo fêmkirin û nirxandina qewimînên li çar parçeyên Kurdistanê ev konferans gelekî girîng bû. Ji bo parastin û mezinkirina destketiyên ji aliyê bi hezaran şehîdan ve hatine afirandin, erkeke mezin li ser milê me ye. Em ê bi hemû hêza xwe, ji bo bicihînanîna vî erkî têbikoşin."

...