Konên li Şirnexê tên hilweşandin

Li Şirnexê konên gel bi kepçeyan tên hilweşandin. Bi sedan mirovên ku ti cihên biçinê nîne, li ber xirbeyan rawestiyane.

Li Şirnexê ku qedexeya kolanan lê dewam dike, konên gel tên hilweşandin. Bi sedan kes ji ber ti cihên ku karibin biçinê nîne, li cihê ku kon hatine hilweşandin rawestiyane.

Wekîla HDP’ê Aycan Îrmez piştî demek dirêj bi zorê derbasî qada konan a li Dergulê bû û bûyer wiha ragihandin;

“Ez niha li qada konan a li Dêrgulê me. Li vir 41 malbat hene. Lê, her yek malbatên mezin in. Tevahî kon tên hilweşandin. Jixwe ti cihên ku malbat biçin nîne. Jixwe ji sedî 80 bajêr hatiye hilweşandin. Ketin û derketinên bajêr qedexe ne. Mirovan xwe avêtibûn van konan. Lê niha ev jî hatin tinekirin. Me rayedarek dît, got wê tevahî kon bêne rakirin. Konên li gundên din jî radikin. Ev ji bilî zorbetiyê ne tiştekî din e. Niha wê mirov li kû bimînin? Ti alternatîfan jî nadin.”