Komxebata Polîtîkayên Perwerdehî û Ziman destpê kir

"Komxebata Polîtîkayên Perwerdehî û Ziman" a ku ji aliyê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a ku wê du rojan berdewam bike li Salona Resepsiyonê ya Sumerparkê destpê kir.

Parlamentera HDP'ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane diyar kir ku divê perwerdeya zimanê zikmakî pêk bê yan na wê ziman bi tehlûkeya winda bibin re rû bi rû bimînin. Ji Akademiya Siyasetê ya DBP'ê Haşîm Îzol jî wiha got: "Divê êdî têkoşîna ziman di asta boykotê de nemîne û divê pergala perwerdeyê bê avakirin."

"Komxebata Polîtîkayên Perwerdehî û Ziman" a ku ji aliyê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a ku wê du rojan berdewam bike li Salona Resepsiyonê ya Sumerparkê destpê kir. KURDÎ-DER, Egîtîm Sen, Weqfa Mezopotamya, malên piştgiriya perwerdehiyê yên şaredariyan, saziyên zimanên Rojava, Parlamentera HDP'ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane û gelek zimanzan tevlî komxebatê bûn. Komxebatê bi rêzgirtinê dest pê kir. Pişt re li ser navê KCD'ê Mîlkiye Bîrtane axivî.

'EV CEJN, CEJNA ZAROKÊN LI TIRKIYEYÊ ZIMANÊ WAN TÊ QEDEXEKIRIN NÎN E'

Bîrtane diyar kir ku bi tevlîbûna gelek zimanzanan û saziyên ziman ên Kurd wê du rojan li ser polîtîkayên perwerdeyê û ziman nîqaşan bimeşînin. Bîrtane anî ziman ku di pêvajoyekî girîng de xebatekî wisa li dar xistin gelek girîng e. Bîrtane bal kişand ser hilbijartina Hezîranê. Bîrtane da zanîn ku ji bo zagonên zimanê Kurdî tine dikin bên rakirin û di mijara ziman de sererastkirin pêk bîne divê HDP bikeve meclîsê û wiha got: "Heke di hilbijartinê de serketineke baş pêk bê wê di mijara ziman de jî zagon bên sererastkirin. Di mijara perwerdeyê de jî dê sererastkirin bi vê yêkê ve girêdayî pêk bên." Bîrtane 23'yê Nîsanê Cejna Zarokan a ku du roj berê hate pîrozkirin jî bibîr xist û da zanîn ku ev cejn a zarokên li Tirkiyeyê nasnameya wan tê qedexekirin nîn e û wiha pê de çû: "Ev cejn, cejna zarokên li Tirkiye û Kurdistanê zimanê wan tê qedexekirin nîn e. Divê zarokên li Tirkiyeyê bi azad zimanê xwe biaxivin û hîn bibin."

Bîrtane bal kişand ser 100'emîn salvegera qirkirina Ermenî û Suryaniyan û bilêv kir ku dewletê li hemberî Ermenî, Kurd û Suryaniyan qirkirina fizîkî û çandî pêk anî û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Em qirkirin û komkujiyên li ser vê erdnîgariyê pêk hatin şermezar dikin. Hêvî dikim ku careke din tiştekî wisa pêk neyê. Dewlet ji bo polîtîkayên xwe li ser civakê pêk bîne polîtîkayên tekçî pêk anîn. Pergalên netewe dewletan hemû ziman û çandên li hemberî xwe dîtin tine kirin. Ji ber van polîtîkayan ji 28 zimanên li Tirkiyeyê dijîn hinek tunebûn. Gelek li hemberî talukeya tunebûnê ne. Gotin hûn ê bi zimanê me biaxivin lê kurdan ev yêk qebûl nekir û têkoşîn li dar xist. Ev yêk ji bo gelan bo mînak."

'ZIMANÊ KU PERWERDEYA ZIMANÊ DAYIKÊ NÎNE BI XETEREYA TINEBÛNÊ RE RÛ BI RÛ YE’

Bîrtane destnîşan kir ku bi salan e têkoşîna ku li dijî netewe dewletê tê dayîn gihîştiye asteke û wiha berdewam kir: “Yên ku ji zimanê xwe fedî dikin, niha di asta ku têkoşînê aniye de bi axaftina zimanê xwe ser bilind in.” Bîrtane da zanîn ku divê perwerdeya bi zimanê dayîkê pêk bê û heke ev neyê kirin her ziman bi xetereya tinebûnê re rû bi rû ye. Bîrtane got ku ji vê rastiyê divê derkevin rê û di têkoşîna ji îro şûn ve ji bo ku sîstemeke perwerdeya zimanê dayikê pêk bê têkoşîn bê xurtkirin ji ber vê yekê jî di komxebatê de nîqaşên girîng pêş bixin û wiha berdewam kir: “Du rojan wê li vir nîqaş bên kirin. Ev nîqaş jî ne li ser esasê feraseta yek zimanî, li ser esasê pir zimanî û pir çandîbûnê wê bê pêşxistin. Polîtîkayên perwerdehiyê dê bên nîqaşkirin. Li parçeyên din ên Kurdistanê rewş çawa ye, soranî wekî zimanê perwerdeyê çawa tê bikaranîn.” Bîrtane bilêv kir ku li Bakurê Kurdistanê têkoşîn û avakirina sîstema perwerdeya zimanê dayikê wê bi zehmet be û bal kişand li ser 3 dibistanên ku di demên buhrî de hatin vekirin û ji bo vê yekê jî divê ev xebat bên xurtkirin.

DIVÊ TENÊ BI BOYKOTAN NEMÎNIN, SÎSTEMA PERWERDEYA ZIMANÊ DAYIKÊ BÊ AVAKIRIN’

Piştî Bîrtane li ser navê Akademiya Siyasetê ya DBP’ê Haşîm Îzol axivî û diyar kir ku di bin navê tek ziman, yek netewe û yek çandê de gel li erdnîgariya xwe ji qirkirinê re rû bir û mane. Îzol wiha berdewam kir: “Mezopotamya baxçeyê gelan e lê ji aliyê netewe-dewletan ve hate jehrîkirin.” Îzol da zanîn ku li dijî modernîteya kapîtalîst tevgera azadiya Kurd 40 sal in têdikoşe û ji bo kurdî perwerdeya ziman a li kursan tên dayîn ne bes in ji bo vê yekê jî divê perwerdeya zimanê dayikê pêk bê. Îzol ev tişt anî ziman: “Êdî perwerdeyên li kursan tên dîtin ne bes in. Divê em saziyên ziman û dibastanên xwe ava bikin. Zİmanê dayikê çemrê bedenê ye, zimanê biyanî jî cilên kut ê li xwekirin e. Em wekî Akademiya Siyasetê ya DBP’ê dibêjin ku zimanê bêperwerde wekî dara nayê avdan e, divê ev dar bê avdan. Divê em dibistan û sîstema xwe ya perwerdeyê ava bikin. Divê hemû astengiyên li hemberî zimanê dayikê bên rakirin û em ji bo vê yekê têkoşîna xwe xurtir bikin. Zarokên xwe bi zimanê dayikê perwerde bikin. Em ê li benda dewletê nemînin û sîstema xwe ya perwerdeyê ava bikin. Di vê mijarê de tenê bi boykotan re nemînin û divê em sîstema xwe ava bikin.”

LI AMEDÊ LI 20 DIBISTANAN PERWERDEYA PÊŞDIBISTAN

Zimanzan Şerîf Derînce jî der barê di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de xebatên ku ji bo perwerdehiya kurdî didin de agahî da. Derînce da zanîn ku şaredarî ji bo zarokên ku temenê wan di navbera 3-6 salî de ne perwerdeya pêşdibistanê dide û nêzî 20 polan de 25 perwerdekar ders didin. Derînce anî ziman ku havînê jî li kampên betlaneyê de xebatên civakî dikin û perwerdeya ziman jî didin. Derînce got ku beşdariya zarokan û perwerdeya ku tê dayîn kêm e û di perwerdeya pîşeyî ya ku ji bo mezinan tê dayîn de Kurdî nayê bikaranîn ev jî kêmasiyek e.

Hevserokê Giştî yê KURDÎ-DER’ê Alî Erdemîrcî jî der barê di pêvajoya têkoşîna ziman de li herêmê û saziyên ziman ên li herêmê û Tirkiyeyê hatine avakirin de agahî da. Ji Egîtîm Sen’ê Elîf Akgul Ateş jî diyar kir ku Egîtîm Sen ji bo sîstema perwerdeyê xebatên zanistî û pedogojîk dike. Ji MAPER’ê Zozan Noyan jî der barê xebatên MAPER’ê yên ji bo zimanê dayikê de agahî da.

Komxebat bi nîqaşên tên kirin ve didome.