Komploya 15’ê Sibatê wê li Başûrê Kurdistanê bê protestokirin

Komploya 15’ê Sibatê ya Navneteweyî ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de pêk hat, wê li gelek bajar û navçeyan bê protestokirin.

Komploya 15’ê Sibatê ya Navneteweyî ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de pêk hat, li Başûrê Kurdistanê wê bi çalakiyên cur bi cur bê protestokirin. Teqwîma çalakiyan hat eşkerekirin.

Cihên ku wê komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê bê lanetkirin wiha ne:

Derbendîxan: 12’ê Sibatê saet 15.00’an meş ji pêşiya geraca Banî destpê dike heta avahiya qeymeqamtiyê dewam dike
Teqteq: 12’ê Sibatê saet 15.00’an meş wê ji pêşiya mizgefta navendî destpê bike heta abîdeya Enfal dewam bike
Bayncan: 12’ê Sibatê wê semîner bê lidarxistin.

Koyê: 13’ê Sibatê wê li navenda sûkê çalakî bê lidarxistin.

Helebce ve Pêncûwîn: 13’ê Sibatê wê semîner bê lidarxistin.

Kerkûk: 15’ê Sibatê saet 14.00’an wê li qada Mamrîşe çalakî bê lidarxistin.

Kelar: 15’ê Sibatê saet 19.00’an ji du baskan wê ber bi parka Leyla Qasım meşek meşaleyî bê lidarxistin. Dema girse li parka Leyla Qasim gihişt hev wê bi çalakiyekê komplo bê lanetkirin. Baskê yekem wê ji nexweşxaneya bajar, yê duyem jî wê ji pira Gazîno dest bi meşê bike.

Duhok: 15’ê Sibatê günü saet 15.00’an li ber avahiya Hizba Şîû wê komplo bê lanetkirin.

Hewlêr: 15’ê Sibatê saet 14.00’an girseya li çariyana Enkawe kom bibe wê piştî meşa heta kolana 60 metre wê komployê lanet bike.

Ranya: 15’ê Sibatê saet 14.00’an wê li pêşiya mizgefta Seyîd Qadir kombûyin çêbibe û heta parka navîn a li navenda bajar wê meş bê lidarxistin

Silêmanî: 15’ê Sibatê saet 13.00’an çalakiya ji cadeya Siholekan (Salim) destpê bike wê heta parka giştî dewam bike.
Çemçemal: 13’ê Sibatê bi çalakiyekê ve wê komplo bê şermezarkirin.