BI DÎMEN

Komploya 15'ê Sibatê li gundê Ocalan Amara hat şermezarkirin

Jinên ji Xelfetiyê, di salvegera 17. a komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li gundê Amara li hev civiyan.

Bi pêşengiya Pêkhateyên Xelfetiyê yên Kongreya Jinên Azad (KJA), li gundê Amara bi şiyara, "Bi berxwedana xwerêveberiyê re ji Kurdistanê re statu, ji Rêbertî re azadî" civînek hat lidarxistin û komplo hat şermezarkirin. 

Di civînê de Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Xelfetiyê Zelîha Gungoren, Hevseroka DBP'ê ya Xelfetiyê Afîfe Canpolat, rêveberên rêxistina navçeyê û jinên li gundê Amara amade bûn.

Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Hevseroka HDP'ê ya navçeyê Zelîha Gungoren di axaftina xwe a li vir de komplo lenet kir û anî ziman, ku azadiya Ocalan ji bo gelê Kurd pêwîstî ye.

'EM WEKE JIN ESARETA OCALAN QEBÛL NAKIN'

Hevseroka DBP'ê ya Xelfetiyê Afîfe Canpolat jî bibîr xist ku Ocalan Rêberê gelekî ye û got, "Ocalan ji bo azadiya vî gelî serî li hemberî cîhanê rakir. Gelê Kurd ji nava xwediyê xwe afirand. Ji ber vê yekê jî bi tifaqeke kirêt a navneteweyî re hat revandin û radestî Tirkiyeyê hat kirin. Niha bi awayekî rêk û pêk îşkenceya Îmraliyê li Rêberê me tê kirin. Weke jinên Kurd em esareta Ocalan bi ti awayî qebûl nakin."

Rêveberiya DBP'ê ya Navçeya Xelfetiyê Saniye Bayram jî bal kişand ser tecrîda giran a li ser Ocalan û destnîşan kir, ku li ser bingeha têkoşîna azadiya Ocalan re, gelê Kurd dikare azad bibe.

Di dawiya axaftinan de sînevîzyonek ji dîmenên Ocalan hat nîşandan û civîn bi dawî bû.

...