Kompanyayek din a neftê jî li Herêma Kurdistanê hilberîna neftê rawestand

Kompanyaya Neftê ya Gulf Keystone ya Kanadayê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan li Herêma Kurdistanê hilberîna neftê rawestandandine.

Dadgeha Navneteweyî ya Lihevanînê ya Odeya Bazirganiya Navneteweyî di 25’ê Adarê de biryar da ku ji Herêma Kurdistanê bê Iraqê petrol ji bo Tirkiye nayê firotin. Biryarê bandora xwe li ceyranê jî kir.

Piştî biryarê kompanyaya neftê ya Gulf Keystone a Kanadî ku li bîrên petrolê yên Şêxan kar dikir, bi daxuyaniyekê ragihand ku ew karên xwe ên li Herêma Kurdistanê didin rawestandin.

Kompanyayê da zanîn ku karên xwe rawestandine, lê tenê ewê nefta di enbaran de mayî, bişînin.

Piştî biryara Dadgeha Navneteweyî ya Lihevkirinê a Parîsê ya têkildarî ragirtina nefta Herêmê ya ji bo Tirkiyeyê, Kompanya DNO ya Norwêcî ku li Herêma Kurdistanê di warê derxistin û hinardekirina neft û gazê de kar dikir, di 29’ê Adarê de ragihandibû ku ew bi awayek demkî karê berhemanîna neftê li Herêma Kurdistanê disekinînin.