Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

'Komkujiya Parîsê' li Mexmûrê hate şermezarkirin

Sê jinên şoreşger ên li Parîsê hatin kuştin, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) hatin bibîranîn.

Di salvegera 4. a komkujiya Parîsê de, ku şoreşgerên Kurdn Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) roja 9'ê Çileya 2013'an li Parîsê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin kuştin, bi hezaran kes duh li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) meşiyan.

Piştî ku niştecihên her pênc semtan û xwendekarên dibistanên seretayî, navîn, amadeyî û akademiyê yên Wargeha Mexmûrê li ber avahiya şaredariyê kom bûn, meşa girseyî ya bi armanca şermezarkirina komkujiya Parîsê saet di 14:30’an de dest pê kir.

Çalakgeran cil û berên reş li xwe kirin, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, posterên sê jinên şoreşger Cansiz, Dogan û Şaylemez her wisa posterên şehîdên Berxwedana Xwerêveberiyê Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar hildan. Her wiha pankartên bi nivîsa ‘Jin, bi partîbûna şehîd Sara û bi çalakiya şehîd Arîn ber bi serketinê ve dimeşin’, ‘Kuştina jinê kuştina jiyanê ye’, ‘Em ê bi tekoşîna Sarayan jin û jiyanê azad bikin’, ‘Em, hêzên komploger şermezar dikin’ hatin hilgirtin. Di meşa gelê Wargeha Mexmûrê ya dirêj û girseyî de dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Şehîd Namirin’, ‘Jin Jiyan Azadî, Sara Rojbîn Ronahî’ û gelek dirûşmên din hatin berzkirin.

Piştî ku meşa bi heybet, şêniyên wargehê li Navenda Çand û Hûnera Mexmûrê li hev civiyan. Li vê derê, di kesayeta sê jinên şoreşger Cansiz, Dogan û Şaylemez de ji bo bîranîna tevayî şehîdên Tevgera Azadiya Kurd deqîqeyek rêz hat girtin.

Piştî rêzgirtinê li ser wateya rojê Endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê ya Wargeha Mexmûrê Medya Cûdî axivî. Cûdî di destpêka axaftina xwe de sê jinên şoreşger ên ku di Komkujiya Parîsê de bi destê MÎT’ê hatin kuştin birêzdarî bibîranî û hêz û aliyên di vê komployê de cih girtî bi tûndî şermezar kir. Cûdî di dewama axaftina xwe de bal kişande ser dem û cihê komkujiyê û wiha axivî; "Li ser komkujiya Parîsê çar sal derbas bûn. Di rojek wiha de gelê Kurd di pêşengtiya Rêber Apo pêvajoya aştî û çareseriyê dest pê kir û gelê Kurd nêzî serketinê bû; ev komploya rûreş pêk hat. Ev komplo berdewamiya komploya navneteweyî ya li dijî Rêbêr Apo ye. Em weke gelê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di serî de dewleta Tirk û Fransa û hemû hêzên ku di vê komkujiyê de cih girtîn bi tundî riswa û şermezar dikin."
 
Cûdî di dewama axaftina xwe de bal kişande ser nêzîkatiya dewleta Fransa û da zanîn ku dewleta Fransa li rexmê ku ev çar sal in komkujiya Parîsê pêk hatiye jî ne xwestiye vê bûyera ku bûye rûyê reş yê dada dewleta Fransa eşkere bike û got; "Ev jê tê wê wateyê ku dewleta Fransa hem derbeyek mezin li huqûqa xwe daye hem jî li dijî gelê Kurd li rex dijmin û dagirkerên gelê Kurd cih girtiye. Em weke gelê Kurd û bi taybet jî jinên Kurd heta ev bûyer zelal nebe, aliyên ku di vê komployê de rola serekî lîstine neyên eşkerekirin em ê heta dawiyê li mafê xwe bipirsîn û tekoşîna vê roj bi roj mezin bikin.”

Endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê Medya Cûdî di dawiya axaftina xwe de li ser kesayet û giringiya sê jinên şoreşger Cansiz, Dogan û Şaylemez axivî.

Piştî axaftina Cûdî, girseya gel bi qîrîna dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Şehîd Namirin’ û ‘Jin Jiyan Azadî, Sara Rojbîn Ronahî’ ji cihê çalakiyê belav bû.