Koma Kurdan a li Parlamentoya Iraqê êrîşa duh şermezar kir

Endamên Koma Kurd ên li Parlemetoya Iraqê bi daxuyaniyekê êrîşên xwepêşandana duh ên li hember Parlementoya Iraqê şermezar kirin.

Li ser navê Koma Parlementerên Kurd daxuyaniyek nivîskî hat dayîn. Daxuyaniyê wiha destnîşan kir: “Tiştên ku şevê din rû dan, ji projeya siyasî ya Iraqê re darbeyek mezin bû û şikandina ewlekariya welat bû. Hêzên Ewlekariyê jî wek pêwîstî pê hebû xwe nelîstin. Berpirsiyartiya xwe ya parastina jiyana parlamenteran û avahiya parlamentoya Iraqê pêk nanîn.”

Hat diyarkirin ku divê Parlementer helwestên xwe yên têkildarî pêvajoya siyasî ya Iraqê li ber çavan re derbas bikin.