Kolberek birîndar bû

Hate gotin ku roja Şemiya bihorî kolberek dema ji dixwest ji kemîna hêzên Îranê bireve, ji bilindahiyê ketiye xarê û bi giranî birîndar bûye.

Li gorî agahiyên Kolbernewsê parvekirî, roja Şemiyê hêzên rejîma Îranê li ser sînorê Newsûd a Rojhilatê Kurdistanê li pêşiya komek kolber kemîn danîbûn. Di dema gule li kolberan reşandin, kolberan xwestin ji kemînê birevin û xwe rizgar bikin. Lê di vê heynê de kolberê bi navê Hamid Feqîhî dişemite û ji bilindahiyê dikeve. Di encama vê bûyerê de Feqîhî bi giranî birîndar dibe.

Hamid Feqîhî yê bi giranî birîndar bibû, ji bo dermankirinê ew rakirin nexweşxaneya Taliqanî ya bajarê Kirmanşanê.