Koç: Bi hevgirtina neteweyî krîz dikarin ji holê bên rakirin

Komxebata li ser çareseriya krîza li Başûrê Kurdistanê di 24-25'ê Îlonê de li bajarê Kerkûk ê Başûrê Kurdistanê pêk hat.

Li ser encamên komxebatê, Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Nîlufer Koç ji ANF'ê re axivî.

Koç da xuyakirin, ku di komxebatê de bandora krîza Başûrê Kurdistanê li parçeyên din ên welêt hatine nirxadin û ji ber pêknehatina yekîtiya neteweyî ya Kurd, rexneyên berfireh hatine kirin. Koç got, "Ev civîna şêwirê, wê bibe gava destpêkê ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd. Civîn di demeke ku êrîşên giran li Kurdistanê tên kirin, pêk hat. Ji vî alî ve jî gelekî girîng e."

ROLA KNK'Ê DI YEKÎTIYA NETEWEYÎ DE

Koç diyar kir, di komxebatê de rexne û nêrînên berfireh li ser çarenûsa Kurdistanê hatine kirin û wiha dewam kir: "Em li bendê ne ku KNK di mijara yekîtiya neteweyî de hê bêhtir bi rola xwe rabe. Ev civîna şêwira neteweyî gelekî erênî derbas bû. Me bendewariyên ji Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê dîtin. Me dît ku di polîtîkaya yekîtiya neteweyî de dîplomasiya li gorî berjewendiyên partiyan zerarê dide yekîtiya neteweyî û dibe sedem ku xebatên dîplomastîk ên navneteweyî parçe bibin."

Koç destnîşan kir, ku divê sînorên nava mejiyên parçeyan ji holê bên rakirin û got, "Di serî de lazim e Başûrê Kurdistanê vê bi ser bixîne. Girîng e sînorên serweriyê ya navbera partiyên siyasî li Başûrê Kurdistanê, ji holê werin rakirin. Bi vê yekê ve divê sînorên li parçeyên din jî werin rakirin. Girtina Deriyê Sînor ê Sêmalka yê navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê, zerarê dide polîtîkaya yekîtiya neteweyî. Her wiha hat ragihandin, ku divê çanda demokratîk a li Bakurê Kurdistanê derketiye holê karibe xwe bigihîne Başûrê Kurdistanê û li qada civaka sivîl û siyasetê diyalog hê bêhtir derkeve pêş."

DI YEKÎTIYA NETEWEYÎ DE ROLA OCALAN

Hevseroka KNK'ê Nîlufer Koç destnîşan kir, ku yê herî zêde yekîtiya neteweyî dixe rojevê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got, "delegeyên ji çar parçeyên Kurdistanê yên beşdarî komxebatê bûn, dan xuyakirin ku azadiya Ocalan mijareke neteweyî ye û bal kişandin ser girîngiya cihgirtina vê mijarê di danezana encamê de."

YEKÎTIYÊN PARASTINA HEVPAR ŞERT E

Koç anî ziman, ku li Kurdistaneke di hedefa êrîşên Tirkiye, Îran û DAIŞ'ê de ye, nabe ku bi feraseta siyaseteke parçebûyî paraastin were kirin û bibîr xist, ku gerîla û pêşmerge ku hêzên şervan ên li Rojava, Başûr û Bakurê Kurdistanê ne, bi canê xwe welêt diparêzin. Koç diyar kir, li eniya pêşmerge û gerîlayan di parastina welêt de ti pirsgirêk nîne û destnîşan kir, ku ji bo siyaseta parçebûyî bandorê li vê qadê neke, divê li eniya leşkerî parastineke hevpar were kirin.